Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje Ku Ew Sûrîya Yekgirtî û 'Dost' Dixwaze


Berdevikê Kremlînê Dmitriy Peskov
Berdevikê Kremlînê Dmitriy Peskov

Kremlînê roja Sêşemê dîyar kir ku, Rûsya dixwaze Sûrîyeke yekgirtî û dost bibîne jiber ku bêaramîya li wir dikare bandorê li tevahîya Rojhilata Navîn bike.

Berdevikê Kremlînê Dmitriy Peskov Rojhilata Navîn wek heremek pir teqîner pênase kir û got ku bêarambûn yan perçebûna yek ji welatên herêmê dikare encamên xirab li ser herêmê bi xwe re bîne.

"Loma em dixwazin Sûrîyekê yekgirtî, dewlemend, pêşketî, pêşbînîkirî û dost bibînin," wî got.

Ev daxuyanîya Peskov hat, piştî alozîya kujer ya li heremên beravî li başûrê Sûrîyê ku bi gelemperî kemanîya Elewî dijîn û ji têkbirina serokê berê Beşar el-Esad di 8’ê

Berfanbarê ve xeterrîya herî cidî ye li ser siberojaeke aram ya welat tê nirxandin.

Di êrîş û pevçûnên hezên rêvebirên nû yên îslamî yên Sûrîyê û alîgirên Esad de zêdetirî 1000 kes hatin kuştin, ku piraniya wan sivîl û Elewî ne.

Peskov ragihand ku Rûsya bi welatên din re li ser tundîya li Sûrîyê di pêwendiyê de ye.

Moskow di şerê navxweyî ya zêdetirî 13 salan de li Sûrîyê piştgira serekîya Esad bû ku serhildêrên bi pêşengîya Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) ya îslamî di 8’ê Berfanbarê de rejîma Esad têk birin û ew revîya Rûsyayê.

Li Sûrîyê 2 bingehên leşkerî yên girîng û stratejîk yên Rûsya hene, ku Moskow hêvî dike ku piştî têkbirina Esad van baregehên xwe biparêze.

Balyozê Rûsya yê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Vassily Nebenzia roja Duşemê ji ajansa TASS re ragihandibû ku Rûsya ser zêdebûna tundîya li Sûrîyê bi Amerîka re hevsengîyê dike.

Jêder:Reuters

XS
SM
MD
LG