Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Daxwaza Kombûneka Lezgîn A Encûmena Ewlekarîyê Ya NY Dike


Nûnerê Rûsya li Neteweyên Yekbûyî got ku Rûsya banga civîneke "lezgîn" ya Encûmena Ewlekariyê ya NY kir, li ser êrîşên Amerîka li Sûriyê û Îraqê.

Dmitry Polyansky li ser medyaya civakî got, "Rûsyayê banga civîneke lezgîn li Encûmena Ewlekariyê ya Navnetewî kir, ji bo gotûbêjkirina gefên li ser aştî û ewlehiya navnetewî yên ji ber êrîşên Amerîka yên li dijî Îraq û Sûriyê.”

Wî di posta xwe ya li ser X’ê de got, “tê pêşbînîkirin ku civîn di 5ê Şibatê de demjimêr 4 piştî nîvro were lidarxistin."

Roja Înê, Amerîka li Îraq û Sûrîyê êrîşî zêdetirî 85 armancên girêdayî Feyleqa Quds ya Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê û milîsên alîgirên wê kir, û tê gotin ku tê de nêzîkî 40 kes kuştine.

Berdevka wezareta derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova gotibû, "aşkere ye ku êrîşên esmanî bi mebest ji bo gurkirina şer û pevçûnan hatine çêkirin. Bi êrîşa ku hema bê rawestan li ser bingehên komên qaşo alîgirên Îranê yên li Îraq û Sûriyê tên kirin, Amerîka hewl dide ku bi mebest welatên herî mezin ên herêmê bixe nav pevçûnan."

Li nava Amerîkayê jî helwestên cuda derbarê van êrîşan de hebûn. Sînatorê Demokrat Jack Reed, serokê Komîteya Sînatoyê ya Xizmetên Çekdar got, "Derbeyek girîng li hêzên wekîlên Îranê li Sûriye û Îraqê hatiye xistin û milîsên girêdayî Îranê yên li Rojhilata Navîn divê tê bigihin ku ew dê werin muhasebekirin."

Senatorê Komarî Roger Wicker, Endamê Komîteya Sînatoyê ya Xizmetên Çekdar, bi xêrhatina êrîşan kir, lê got ku ew "pir dereng hatin. Îran û alîgirên wê 165 caran hewl dan leşkerên Amerîkî bikujin û keştiyên me yên şer binav bikin, di demekê de ku rêveberiya Biden tiştê herî kêm dike û ji dêvla ku derbeyekê li pêvila Ayetullah bidin, em sîleyekî li destê wî dixin."

Beşekî vê gotarê ji Reutersê hatiye girtin

XS
SM
MD
LG