Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje Ukrayna Êrîşên Berfireh Dibe Ser Kursk Ya Li Ser Sînor


Wêne ji Arşîfê ye
Wêne ji Arşîfê ye

Artêşa Rûsya îro Duşemê ragihand ku hêzên wê li herêma Kursk ya li sînorê Ukrayna 19 dronên wê dewletê xistine û dîyar kir ku Kîev di roj in êrîşên mezin dibe ser herêmê.

Walîyê Kurskê ji Telegramê got ku dron hatine xistin, lê behsa ti xisar yan kuştinê nekir.

Li herêma Voronezh ya Rûsya jî Walî Aleksandr Gusev dîyar kir ku enqaza droneke hatiye xistin zarar daye kargeheke binesazîyê, lê ti kes nehatiye kuştin.

Wezareta Berevanî ya Rûsya da zanîn ku li Voronejê, li Belgorodê 9, li Brynaskê 5 û li Leningradê 3 dron hatine xistin.

Ukrayna hewil dide dagirkerîya Rûsya ya sala 2022’yan destpê kiribû rawestîne û di demên dawî de êrîşên dronî dibe ser herêmên sînor.

Artêşa Ukrayna jî îro Duşemê ragihand ku Rûsya bi şev bi muşekekê û bi 10 dronan êrîş li dar xistine.

Wê artêşê dîyar kir ku muşek û 9 dron li Dnipropetrovsk, Kherson û Krivohrad hatine pûç kirin.

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG