Rûsya îro Çarşemê ragihand ku Ukrayna xwestiye serokê welêt Vladimir Putin bi êrîşeke dronî bikuje.
Kremlînê dîyar kir ku Ukrayna xwestiye bi du dronan êrîşê bibe ser avahîya Putin ya dor bi sûr, lê ew dron ji alîyê sîstemên berevanîyê yên elektronîk hatine xistin.
‘’Bi du dronan êrîş birin ser Kremlînê. Bi mudaxaleyên rastdemî yên artêş û servîsên taybet, ew dron hatin pûç kirin. Em vê hewildanê wek êrîşeke terorîstî dibînin û emê li cîh û dema hewce bersîvê bidin."
Baza, ku kanaleke Telegramê ye û peywendîya wê bi hêzên ewlekarîyê yên Rûsya re heye, di vîdyoyekê de dîyar kir ku alaveke firînok nêzî Kremlînê dibe û berî bigiheje wir dipeqe.
Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku wê nekarîye bi awayekî serbixwe rastbûna vîdyoyê piştrast bike.
Medyaya Rûsya dîyar dike ku Putin di dema êrîşê de ne li Kremlînê bûye.
Berpirsên Ukraynî heta niha ser nûçeyên medyaya Rûsî ti şîrove nekirine.
Jêder: Reuters