Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya û Ukrayna Êrîşên Dronî Didomînin


Karbidestên herêma Belgorodê ya Rûsya îro Çarşemê radigihînin ku di êrîşên Ukrayna de bi kêmî ve 1 kes hatiye kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûne.

Walîyê herêma Belgorodê Vyacheslav Gladkov ji Telegramê dîyar kir ku êrîş li Shebekino ya nêzî sînorê Ukrayna li dar ketine.

Gladkov got ku di êrîşan de jimareke mezin ya avahîyan zarar dîtine.

Rûsya jî li Dnipropetrovsk, Kharkiv, Kiev, Poltava, Vinnytsia û Zaporizhzhia êrîş li dar xistin.

Ev êrîş rojek li dû axaftina Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy ya jibo parlamanterên Alman li dar ketin ku wî di axaftina xwe de got ku şerên demdirêj yên li Ewrupa mirovên Ewrupî ji aştîyê mehrûm hiştine.

Zelenskyy dîyar kir ku Ewrupa parzemîna kultûrên gelên cihê ye û divê li wir şer çênebe û got ku bawerîya wî bi parzemîneke wisa heye.

Rêberê Ukraynî got ku jiber şerê li Ukrayna berpirs Serokê Rûsya Vladimir Putin e û dîyar kir ku ew li şûna lihevkirinan kuştinan tercîh dike.

Wî di konferanseka jinûveavakirinê de, ku bi mazuvanîya Almanya li dar ket, dîyar kir ku pêdivîya wan bi berevanîya esmên û sîstemên enerjîyê heye.

Zelenskyy got ku hêzên Rûsî ji zivistanê vir ve bi dron û muşekan zarar dana nîvê kapasîteya enerjîyê ya Ukrayna û dîyar kir ku ew jibo pêdivîyên binesazî û leşkerî li bendê ne ku bi mîlyaran dolar alîkarî werin.

Konferansa li Berlînê çend rojan berê hilcivîna aştîyê li Swîsre li dar ket ku di wê de 90 dewlet û sazî wê ser planeke aştîyê danûstandinê bikin.

Rûsya dîyar dike ku ew beşdarîyê li danûstandinên li Swîsre nake.

Hinek agahîyên vê nûçeyê ji Reuters û AFP hatine wergirtin.

XS
SM
MD
LG