Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guterres li Ukraynayê Piştgirîyê Dide Lêkolînên Tawanên Şerî


Sekrterê NY Antonio Guterres li Ukrayna
Sekrterê NY Antonio Guterres li Ukrayna

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy ji bo danûstandinên îro Pêncşemê mêvandariya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres dike, di heman demê de Ukrayna banga ambargoyê li ser dabînkirina enerjiyê ya Rûsyayê dike û serokê Amerîkî Joe Biden ji bo alîkariyên leşkerî, aborî û mirovî pêşniyarekê amade dike.

Guterres bi nîyeta ku bixebite bo"berfirehkirina piştgiriya mirovî û derxistina sivîlan ji herêmên pevçûnê gihêşte Ukraynayê ", ku heman mijar beşek ji danûstandinên wî bûn yên destpêka vê hefteyê digel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Wezîrê Derve Sergey Lavrov.

Guterres li ser Twitterê got: "Şer çend zûtir biqede, çêtir e- ji bo başîya Ukrayna, Rûsya û cîhanê."

Neteweyên Yekgirtî got tîmên wê li Moskowayê û Kîevê hene ku peymana "prensîbî" ya ku Guterres û Pûtîn ser pêkhatî bişopînin ku destûr dide NY û Komîteya Xaça Sor ya Navneteweyî ku sivîlên di kargeha pola ya Azovstol da asê mane derxînin, ji bajarê benderê Mariupolê yê dorpêçkirî.

Peyvdarê Guterres Farhan Haq gote rojnamevanan, "Tiştê ku nûke me heyî peymanek prensîbê ye. Tiştê ku em hewl didin bikin ev e ku wê bikin peymanek bi hûrgilî û peymanek li ser erdê".

"Di dawiyê de, ya ku em dixwazin ev e ku em garantî bikin ku rêz li agirbestê bihê girtin ku rê bide me ku em bi ewlehî mirovan biguhezînin."

Peyvadrî got, "Heta nûke me ew şert û merc nîn e."

Tawanên Şer

Di wê navberê da Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres ewro roja Pêncşemê bang li Rûsyayê kir ku digel Dadgeha Tawanan ya Navnetewî (ICC) hevkariyê bike li ser lêkolînên tawanên şer yên pêkan ku di dema dagirkirina Ukraynayê da çêbûne.

Serokê NY di serdanê Buchayê li derveyî Kîevê, ku bi sedan sivîlên kuştî hatibûn dîtin piştî ku leşkerên Rûsyayê vekişiyan, got: "Ez bi tevahî piştgirîya Dadgeha Tawanan ya Navnetewî -ICC dikim û ez bang li Federasyona Rûsyayê dikim ku hevkariya digel ICC qebûl bike. Lê dema ku em behsê tawanên şer dikin, divêt em ji bîr nekin ku tawanên herî xirab şer bi xwe ye."

Putin Gefan li Welatên Rojavayî Dike

Li alîyê din ve ajansa nûçeyan ya Reutersê radigihîne ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn gefa tolhildana bi lezgînîya wekî "birûskê" kirin dijî welatên rojavayî yên ku li ser navê Ukraynayê destêwerdanê dikin.

Pûtînî li St. Petersburgê gote parlamenteran "Ji bo vê yekê hemû amûrên me hene, tiştên ku nûke çi kes nikare pesnê xwe bide. Û em pesnê xwe nadin, lê heke pêwîst bike em dê bikar bînin. Û ez dixwazim her kes vê yekê bizane."

Şîroveyên Putinî dema ku Rûsyayê ewro roja Pêncşemê êrîşên xwe li rojhilat û başûrê Ukraynayê zêde kirin çêbûn.

XS
SM
MD
LG