Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje Wê Gundekî Ukraynî Yê Nêzîkî Navendeke Lojistîk Kontrol Kiriye


Rûsyayê roja Yekşemê îdia kir ku wê gundekî din yê Ukraynayê kointrol kiriye, ku tenê bi dehan kîlometre dûrî navenda sereke ya lojîstîk ya Pokrovsk a rojhilatê ye, di demekê de ku leşkerên wê bi lez pêşve diçin.

Wezareta berevaniyê ya Rûsî got ku wan "wargeha Vichneve piştî operasyonên êrîşker rizgar kir".

Rûsya ev çend hefte ye ku li herêma Donetsk ya rojhilat bi lez pêşveçûnan dike, û bi dehan bajarok û gund bi dest xistin.

Roja Şemiyê, Mosko got ku hêzên wê gundê mezin Kurakhivka li nêzîkî bajarokê pîşesazî yê Kurakhove, ku Rûsya jî armanc dike ku bigre, û gundê piçûk Pershotravneve li herêma Kharkiv li nêzîkî devera Lugansk ya rojhilat girtin.

Girtina Pokrovskê, navendeke lojîstîkî ya sereke ya Ukraynayê ku gelek kelehên Donbasê bi hev ve girêdide, yek ji armancên sereke yên Rûsyayê li herêmê ye.

Di heman demê de, ew kaniyek mezin a komirê ye ku ji bo hilberîna pola ya Ukraynayê ji bo artêşa wê pir girîng e.

Leşkerên Rûsî tenê çend kîlometran li derveyî bajêr pêşve çûne.

Artêşa Rûsyayê di Cotmehê de 478 kîlometre çargoşe (185 mîl çargoşe) ji axa Ukraynayê girt, li gorî analîza AFP ya daneyên Enstîtuya Lêkolînên Şer a Amerîkî (ISW).

Ew ji hefteyên yekem ên pevçûnê di Adara 2022-an de rekorek nîşan dide

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG