Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya: Rûsya Dê li Dibistanan, Perwerdeya Leşkerî Bide Destpêkirin


Wezareta Berevanîyê ya Brîtanyayê roja Yekşemê di nûvekirina îstixbarata xwe ya rojane ya li ser Ukraynayê de got ku Wezîrê Perwerdehiyê yê Rûsyayê Sergey Kravstov gotiye ku "perwerdeya leşkerî dê vegere dibistanên Rûsyayê û ji Îlona 2023an dê dest pê bike."

Di vê perwerdehiyê de "pêwîstiyên encamên êrîşa kîmyewî anjî navokî, alîkariya yekem û ezmûna bikarînana tivingên Kalaşnîkov" cih digre.

Li gorî raporê, “Rayedarên Rûsî di sala 2014’an de piştî êrîşa Rûsyayê ya li ser Kirimê, hewl dan vê perwerdeyê ji nû ve vejînin. Dihat hêvîkirin ku ev dê kalîteya leşkeran baştir bike. Piştî heşt salan, kêm tişt guherîne, û kalîteya leşkerên Rûsî nebaş dîyar dike, moralek kêm e û perwerdehiya wan jî sînordar e."

Di raporê de hat gotin ku niha Rûsya bernameya perwerdehiyê amade dike. Tê çavrê kirin ku çêkirina bernameyê di dawiya salê de biqede û paşê dê di prosesa pejirandinê da derbas bibe.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy roja Şemiyê serkeftina leşkerên Ukraynayê li Khersonê silav kir.

Zelenskyy di axaftina xwe ya vîdyoyê ya şevê de got ku hêzên berevanîyê kontrola zêdetirî 60 navçeyên li herêma Khersonê bi dest xistine û soz da ku leşkerên Ukraynayê dê "tevahiya axa me ji dagirkeran rizgar bikin."
Lê serokê Ukraynayê hişyarî jî da. Dema ku xelk li Khersonê pîrozbahîyan dikin, li rojhilatê li herêma Donetsk, wî got, şerên hovane her roj diqewimin.

Dema ku hêzên Rûsî ji Khersonê vekişiyan, Zelenskyy got, wan binesaziya girîng li wir wêran kirine, di nav de ragihandin, dabînkirina avê, û santralên germahî û elektrîkê. Wî herwiha hişyarî da niştecihên Xersonê ku leşkerên Rûsî yên ku paşve vekişiyan li herêmê mayîn çandine.

Zelenskyy herwiha got "Nêzîkî 2,000 madeyên teqîner ji herêmê hatine derxistin lê gelek tiştên din hene ku bêne kirin."

XS
SM
MD
LG