Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Berevanî yê Rûsya û Karbidestên Îranê li Tehranê Danûstandinan Dikin


Medyaya nîvfermî ya Îranê, Tasnimê ragihand ku Wezîrê Berevanî yê Rûsya Sergei Shoigu îro Sêşemê serdana Tehranê dike.

Tasnimê dîyar kir ku Shoigu û karbidestên payabilind yên Îranê wê bicivin.

Piştî dewletên Rojavayî jiber dagirkerîya li Ukrayna toleyên dijî Rûsya berfireh kirin, Moskow û Tehran peywendîyên dualî pêşve birin.

Moskow û Tehran di serî de danûstandin leşkerî ser jimareke mijaran peywendîyan didomînin.

Di rojên borî de raporekê nîşan dabû ku Washington ji Tehranê dixwaze ku dronan nefiroşe Moskowê.

Cîgirê Wezîrê Rûsya Sergei Ryabkov piştî raporê dîyar kiribû ku ewê jibo hevkarîya leşkerî ya Moskow û Tehranê serî li ber givaştinên jeopolîtîk netewînin.

Îranê qebûl kir kir ku wê dron dane Rûsya, lê dîyar kir ku ew dron berî hêzên Rûsî êrîşî Ukrayna bikin ji wî welatî re hatine şandin.

Moskow dibêje ku hêzên wê ti drona Îranê li Ukrayna nexebitandîye.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG