Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka, Brîtanya û Yekîtîya Ewrupayê Rûsya ji Sîstema SWIFT ya Bankê Derdixînin


Amerîka û hevalbendên wê roja Şemîyê biryar daa ku bankên bijartî yên Rûsî ji sîstema bankên cîhanî ya ku bi navê SWIFT tê zanîn derxînin

Berpirsekî payebilind yê rêveberiya Serok Joe Biden roja Şemîyê ji rojnamevanan re got ku "hikûmeta Putîn ji sîstema darayî ya navnetewî tê derxistin. Bi zelalî dibêjim, ew encamek xemgîn e ji bo gelê Ukraynayê, gelên Rûsyayê û gelek kesên din."

Karbidestê Amerîkî herwiha da zanîn ku, "me nedixwast. Lê Putin şer hilbijartîye, û tenê Putîn dikare biryarê bide ka çiqas lêçûnek zêdetir ew amade ye ku hilgire – Amerîka û hevalbend û hevkarên me yek in û dê berdewam bin li ser sepandina lêçûnan.”

Biryara derxistina sazîyên Rûsî ji sîstema bankan SWIFT’ê bi hevkarîya Komîsyona Ewrupa, Brîtanya, Kanada, Fransa, Almanya û Îtalyayê hate ragihandin.

Di daxuyaniyekê de roja Şemiyê, koma hevalbendan hişyarî da ku lîsteyek ji pênc gavan armanc dike ku "Rûsya hesabê bide û bi hev re piştrast bike ku ev şer bo Putin têkçûneke stratejîk be."

Komê di daxuyanîyê de got, "Dema ku hêzên Rûsî êrîşên xwe li ser Kîev û bajarên din yên Ukraynayê pêk tînin, em bi biryar in ku em lêçûnan li ser Rûsyayê bisepînin û Rûsyayê ji sîstema darayî ya navnetewî û ji aborîyên me bêtir dûr bixin. Em dê wan bergirîyan di rojên pêşîya me de pêk bînin û encamên wê dê demûdest li Moskowê werin dîtin."

XS
SM
MD
LG