Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje Hêzên Wê 36 Dronên Ukrayna Xistine


Wezareta Berevanî ya Rûsya îro Duşemê ragihand ku hêzên berevanîya esmên 36 dronên Ukrayna yên êrîş birine ser herêmên Rûsî yên li sînor xistine xwarê.

Wezaretê dîyar kir ku hêzên wan li ser herêma Bryanskê 18, li ser herêma Kurskê 9 û li ser herêma Belgorodê jî 9 dron pûç kirine.

Walîyê herêma belgorodê Vyacheslav Gladkov ser Telegramê ragihand ku malên du gundan zîyan dîtine û dîyar kir ku piştî êrîşan hejmareke herêm bê elektrîk mane.

Li gor ragihandinên walîyên Bryansk û Kurskê li Herêman wan ti zarar û birîndarbûn çênebûne.

Hêzên esmanî yên Ukraynayê îro Duşemê ser êrîşên dronî yên Rûsya li başûr û li rojhilata alarmên muşekan dan.

Walîyê herêma Dnipropetrovskê Serhiy Lysak ser Telegramê dîyar kir ku hêzên Rûsî bi top û muşekan êrîş li dar xistine û da zanîn li Dnipro bi êrîşeke muşekî 7 kes birîndar bûne.

Lysak dîyar kir ku êrîşên Rûsî derengê roja Yekşemê li dar xistine li Nikopolê zarar dane jimareke avahîyan û xeteke gazê.

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy do Yekşemê bang li hevbendên Kîevê kir ku sînordarkirina ser çekên ew didin sist bikin û ew bi serbestî êrîşan bibin ser hedefên leşkerî yên li nav Rûsya.

Zelenskyy dîyar kir ku jibo berevanîya Ukraynîyan divê biryarên zelal werin dayîn.

Wî got ku jibo êrîşên Rûsya rawestînin divê ew êrîşên dûravêj li dar xin û berevanîy esmên ya modern bi kar bînin.

Hin agahîyên vê nûçeyê ji AP û Reuters hatine wergirtin.

XS
SM
MD
LG