Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Romanya: Rûsya bi Êrîşên li Deryaya Reş Tawanên Cengê Dike


Romanya ser êrîşên Rûsya yên dijî Ukrayna yên nêzî sînorê wê bertek nîşan da.

Serokomarê Romanya Klaus Iohannis dîyar kir ku êrîşên Rûsya yên li başûrê Odesa nayên qebûl kirin.

Iohannis got ku Rûsya bi taybetî êrîşan dibe ser binesazîyên li hêla Çemê Danube.

Wî dîyar kir ku ya Rûsya dike tawana cengê ye û ew rê li ber veguhestina dexlûdan digire.

Rûsya di demên dawî de êrîşên li hêla Çemê Danube û Odesa zêdetir kirine.

Hêzên Rûsî meha borî jî êrîş biribûn ser bendergeha Reni ya li sînorê Romanya ku wê êrîşê bandor li wî welatî jî kiribû.

Romanya dibêje bi êrîşên Rûsya ser ewlekarîya Deryaya Reş gefên cidî çêdibin û Rûsya jiber wan êrîşan şermezar dike.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG