Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya û Pakistanê Hejmarên Xwe Yên Herî Bilind ên Koronayê Tomar Dikin


Rûsya û Pakistanê hejmarên xwe yên herî bilind ên keysên vîrusa koronayê di rojekê de ragihandin, di demekê de ku Amerîka û hin welatên din bilindbûna hejmaran kêm dibe û hewla vekirina kar û bazaran dibe.

Roja Înê li Rûsya 7,933 keys hatin ragihandin û hejmaran giştî bû 114,431 keys. Bawer e ku hejmara durist ji wiha bilindtir be, ji ber ku her kes nehatiye têstkirin û encamên têstkirinan li Rûsya 70% ta 80% durist in.

Pakistanê îro Şemiyê 1,297 keysên nû ragihandin û hejmara giştî ya welêt bû 18,114 keys. Li Pakistanê 220 milyon kes dijîn.

Bilindbûna hejmara keysên koronayê li Pakistanê tê di demekê de ku berpirsên welêt asta têstkirinan zêde kiriye. Hikûmetê got 9,000 têst di 24 demjimêrên dawî de bûne. Armanca serokwezîr Imran Xan ew e ku rojane 20,000 têst bibin.

Ta niha, vîrusa koronayê 23,000 kes li seranserî cîhanê kuştine ku jê 64,000 li Amerîka ne û bêhtirî 20,000 li her yek ji Îtalya, Brîtanya, Frensa û Spanyayê ne.

Şareza huşdariyê li dor pêleke din a vîrusê didin, eger têstkirina xelkê bi awayekî berbiçav neyê kirin.

XS
SM
MD
LG