Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Careke Din bi Muşekan Êrîşan Dibe Ser Bajarên Ukraynî


Bajarvanên Ukraynî îro Pêncşemê radigihînin ku Rûsya bi jimareke muşekan êrîşan dibe ser Ukraynayê.

Li gor ragihandina bajarvanan bi muşekan li bajaran peqînên mezin çêbûne.

Bajarvanê Kîev ya paytext ser qutbûna elektrîkê hişyarî da û ji gel xwest ku telefonên xwe şarj bikin.

Rêvebirîya leşkerî ya Kîevê jî dîyar kir ku jiber parçeyên muşekan du xanî zarar dîtine.

Berpirsên li Kharkivê jî dîyar dikin ku ew ser kuştî, brîndar û zararên madî lêpirsînê dikin.

Bajarvanê Lviv Andry Sadovyi jî got ku bi êrîşan re 90 ji sedê bajerê bê elektrîk maye û ser qutbûna avê jî hişyarî da.

Rûsya di demên dawî de bi dron û muşekan êrîşan dibe ser binesazîyên bajaran.

Karbidestên Ukraynî dibêjin ku Moskow dixwaze bo jîyana sîvîlan dijwarîyan çêke.

Kremlînê di rojên borî de gotibû ku ger Ukrayna naxwaze welatîyên wê di rewşeke dijwar de bimînin divê li gor daxwazên Moskowê tevbigere.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG