Li gorî Wezareta Berevanîyê ya Brîtanyayê, Rûsya û Ukrayna "hêzên mezin" li derdora bajarokên Pavlivka û Vuhledar yên Ukraynayê li herêma Donetsk Oblast ya başûrê-navendî bicih kirine.
Ajansê di nûvekirineke îstixbaratî de ku roja Yekşemê li ser Twitterê hatîbû weşandin da got ku herêm "di du hefteyên dawî de bûye meydana şerên dijwar.
Wezareta Berevanîyê ya Brîtanyayê herwiha got, "Rûsya dixwaze û plan dike ku herêma Donesk Oblast ya beşa di destê Ukraynayê da bigre lê wezaretê got ku îhtîmala ku Rûsya bigihîje wê armancê kêm e jiber ku pêkan nîn e ku Rusya hêzek xurt û rêkûpêk li vê derê kom bike û operesyoneka serkevtî pêk bîne.