Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Destdanîna Ser Mal û Milkên Rexnegirên Artêşê Dide Ber Çavan 


Wêne ji arşîfê ye
Wêne ji arşîfê ye

Rûsiya hefteya bê probiryareke nû dide ber çavan, ku wê destûrê bide deweletê ku dest deyne ser mal û milkên her kesê ku bi belavkirina nûçeyên "derewîn " li ser Artêşê were tawanbarkirin, li gor serokê parlemana Rûsî ku îro Şemiyê ragihand.

Moskow rexneyên li ser artêşê bi neqanûnî binav kirin, piştî demek kurt ji destpêkirina êrîşa xwe li ser Ukraynayê di Sibata 2022 de, û ji wê demê ve bi hezaran dijberên şer girtine.

Serokê parlemanê Vyacheslav Volodin got ku yaseya nû wê roja Duşemê ji Dûmaya Rûsî re were pêşkêşkirin, ku wê, li gorî medyaya dewletê, piştgirîya hemû endamên sereke yên parlemanê wergirtiye.

Cezayê belavkirina "agahiyên derewîn" di derbarê artêşê de dighêje heta 15 sal zindan.

Ev yase ji aliyê desthilata Rûsî ve hatiye bikaranîn ji bo çewisandina rikeberiyê û tepeserkirina wê.

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG