Çend rojnameyên tundrew ên Îranê roja Şemiyê pesna êrîşkerê nivîskar Selman Ruşdî dan ku bi giranî birîndar bû. Ruşdî xwediyê romana bi navê Ayetên Şeytanî ye ku ji sala 1989an ve gefên kuştinê ji Îranê dixwe.
Heya niha li Îranê ti riyaksoneke fermî li hember êrîşa li dijî Ruşdî dernek ku roja Înê dema simînarekê li wîlayeta New Yorkê ji stû ve hatibû birîndarkirin.
Lê rojnama Kayhan a tundrew ku sernivîserê wê ji aliyê rêberê olî yê Îranê Elî Xamineyî ve hatiye tayînkirin, nivîsî: Hezar bravo... ji wî kesê mêrxas û erkdar re ku li New Yorkê êrişî ser Selman Ruşdî yê murted û xerab kir... Divê destê mirovê ku stûyê dijminê Xwedê birîn kirî, bê maçkirin.
Rêberê şoreşa Îslamî ya Îranê ya sala 1979an, Ayetullah Ruhollah Xumeynî, di sala 1989an de fetwayek an jî fermanek olî derxist ku tê de bang li misilmanên cîhanê kir ku nivîskarê bi eslê xwe Hindî bikujin piştî ku pirtûka wî wekî kufrê hate mehkûmkirin, û ew bi salan neçar kirin ku xwe veşêre.
Di sala 2019an de Twitterê ji ber tweetekê ku gotibû fetwaya Xumeynî li dijî Ruşdî zexm û bêveger e, hesabê Xamineyî rawestand.
Malpera nûçeyan ya Asr ya Îranê roja Şemiyê gotarek ji Xamineyî ku pir caran tê binavkirin belav kir ku tê de got "tîr"a Xumeynî "dê rojekê li armancê bixe".
Rêxistineke olî ya Îranî ya dewlemend 2.7 milyon dolar xelat pêşkêşî her kesê ku fetwaya Xumeynî bîne cih kir. Di sala 2012'an de ew xelat bo 3,3 mîlyon dolar zêde bû.
Sernivîsa rojnameya Vatan Emrooz ya tund wiha bû: Kêr li stûyê Selman Ruşdî.
Rojnameya Xorasanê manşêteke xwe wiha bi nav kir: Şeytan li ser rêya dojehê.
Polîsê New Yorkê kesê gumanbar bi navê Hadi Matar da nasîn ku 24salî ye ji Fairview, New Jersey, û tîkêtek ji bo boneyê li Enstîtuya Chautauqua kirîbû. Ti sedemek ji bo êrîşa wî tune bû.
Ruşdî piştî bûyerê êvara Îniyê li ser amîra henasedanê bû û nikarîbû biaxive. Hewldana kuştina wî ji hêla nivîskar û siyasetmedarên li çaraliyê cîhanê ve wekî êrîşek li ser azadiya derbirînê hate şermezar kirin.
Çavkanî: Reuters