Walîyê herêma Zaporizhzhia ya li başûrê Ukrayna, Ivan Fedorov ragihand ku Rûsya êrîş biriye ser parkeke zarokan.
Fedorov ji Telegramê dîyar kir ku êrîş li gundê Maloketynivka li dar ketiye û di êrîşê de 4 zarok birîndar bûne.
Li gor ragihandina Fedorov ji zarokan rewşa zarokekî 15 salî giran e, lê rewşa saxlemîya zarokên din aram e.
Lê, Fedorov eşkere nekir ku jibo Rûsan di êrîşê de çi cure çek xebitandine.
Artêşa Rûsî sala 2022’yan bi awayekî berfireh dest bi dagirkirina Ukrayna kirîye û bê navber êrîşan dibe ser herêmên destê Kîevê.
Ukrayna ji 6’ê Tebaxê bi leşker û tankên xwe sînor derbaz kir û li herêma Kursk ya Rûsya hin cîh xistin bin kontrola xwe.
Ji Şerê Cîhanê yê Duyê vir ve Rûsya cara pêşî bi operasyoneke wisa re rûbirû dimîne ku tevgera hêzên Ukraynî li ser Moskowê bandoreke şokbûnê çêkir.
Hevbendên Rojavayî yên Ukrayna jî ser operasyona wê ya dersînor heyirî mane.
Jêder: AFP