Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karwaneke Artêşa Rûsî li Bakurê Helebê Hate Armanc Kirin 


Hêzên Rûsî li Sûrîyê (Arşîv)
Hêzên Rûsî li Sûrîyê (Arşîv)

Karwaneke leşkerî ya hêzên Rûsî îro Duşemê li herêma Şehba ya Bakurê Helebê ya Sûrîyê hate armanc kirin. Di encama êrîşê de erebeyeke zirxîn hate rûxandin û çend leşkerên Rûsî bûne qurbanî.

Li gor agahîyên hatine bi dest xistin, leşkerekî Rûsî hatiye kuştin û 3 jî birîndar bûne û bi firokên leşkerî jibo bajarê Helebê hatine rakirin.

Derbarê sedema êrîşê hat gotin ku kawranê Rûsî ji alîyê bingehên artêşa Tirk ve li herêmên dagîrkirî, hatiye topbaran kirin. Lê hin jêderan îdîa kir ku artêşa Tirk karwanê hêzên Rûsî bi dronekê li ser rêya di navbera gundên Hirbil û Umhoş de armanc girtiye.

Piştî bûyerê tevgereke zêde ya hêzên Rûsî li herêmê hat dîtin ku karwaneke maşîneyên leşkerî ji bingeha gundê Wehşîyê ya hêzên Rûsî berê xwe da cîhê bûyerê. Herwiha firokên şer û helîkopterên Rûsî li ezmanê herêmê firîn.

Heta dema amadekirina vê nûçeyê ti daxuyanî yan helwesteke fermî ji alîyê Navenda Lihevhatinê ya Rûsî li Sûrîyê yan rejîma Sûrî ve derbarê armanckirina hêzên Rûsî li Şehba derneketine.

Artêşa Tirk îro Duşemê danê sibê derdora bajarokê Til Rifet topbaran kiribû û Şeva borî jî navbera Hêzên Kurdî û komên çekdar yên bi ser Tirkîyê ve pevçûn derketibû.

Li gor çavkanîyên xwecîhî, topbarana artêşa Tirk ji şeva Şemîyê de li dijî gundên Şêrewa ya Efrînê û herêma Şehba berdewam dike, ji alîyê din ve du bingehên leşkerî yên Tikrî li derdora bajarê Ezazê hatine topbaran kirin, ku nehatiye zanîn hêzên Kurdî yan artêşa Sûrî ev topparan pêk anîye.

Ev bûyer di demekê de tê ku droneke Tirkî roja Şemîyê trombîleke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li devera Ehdas ya Şehba ku nêzî Helebê armanc kiribû û sê şervan kuştibûn, du jî birîndar kiribûn.

XS
SM
MD
LG