Karbidestekî bilind yê Rûsî ji AP re got ku Moskowê ceribandinên mûşekan jî di nav de, parvekirina agahîyan ya derheqa hêzên wê yên navokî ya bi Washingtonê sekinandiye.
Medya Rûsî îro Çarşemê ji zarê Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Ryabkov ragigand ku Moskowê pêguherîna hemî agahîyên bi Washingtonê sekinandiye.
Rûsya berê jî tevlêbûna xwe ya di peymana herî dawî ya navokî ya ligel Amerîka cemidandibû.
Serokê Rûsî Vladimir Putin meha borî gotibû Rûsya nikare mercên peymana New START bi cîh bîne.
“Rûsya nikare vekolînên Amerîkî yên ser kargehên me yên navokî bijerîne jiber ku Washington û hevbendên wê yên NATO bi eşkereyî ragihandiye ku şikestina Rûsya li Ukrayna armanca wan e.”
Serokê Rûsya Vladimir Putin di meha Sîbatê de ew peyman rawestandibû, bi sedema ku Amerîka hewil dide li Ukrayna şikestineke stratejîk bide Moskowê.