Karbidestên Ukraynî îro Çarşemê ragihand ku Rûsyayê îro serê sibê êrîşeke dronî li ser paytext Kîevê pêk anî û 2 kes di encamê de hatin kuştin.
Karbidestan dîyar kir ku di êrîşê de herî kêm 6 kes jî birîndar bûn û li du taxan jî zîyan gihîşt avahîyan.
Bajarvanê Kîevê Vitali Klitschko got ku êrîş li seranserî sibe li esmanê zêde bûn û hêza esmanî ya Ukraynî jî hişyarî da hemwelatîyan, lê berevanîya esmanî êrîş pûç kirin.
Li gor Rêvebirîya Xizmetên Lezgîn ya Ukraynî 2 qatên avahîyeke sivîlan ya li navenda Kîevê di êrîşê de hilweşîn û 2 kes hatin kuştin.
Banka Netewî ya Ukraynî bi daxuyanîyekê ragihand ku yek jî avahîyên wê yên li deverê jiber bermahîyên droneke ku ketîye jêr zarar dît. Karbidestan herwiha got ku bermayîyan li taxeke cûda jî zîyan daye avahîyeke sivîlan.
Serokê Ukraynî Volodymyr Zelenskiyy li ser medyaya civakî got ku hîn di şeva sersalê de, Rûsya tenê xema wê yekê bû ku çawa zararê bide Ukraynayê.
Artêşa Ukraynî ragihand ku hêzên wê 63 ji 111 dronên ku şeva borî ji alîyê Rûsyayê ve li hejmareke deverên Ukraynî hatine avêtin, anîne xwarê û 46 dronên din jî bi kontrolkirina elektronîk hatine gêr kirin.
Hêjayî bîrxistinê ye ku Rûsya di êrîşên xwe yên nêzîkî sê salên borî de êrîşên esmanî li ser bajar û bajarokên Ukraynî yên dûrî xeta pêşîn pêk tîne.