Rûsya îro Pêncşemê ragihand ku wê nûnerê berevanîya Brîtanya dersînor kiriye.
Moskowê dîyar kir ku jiber ku Brîtanya hefteya borî hevtayê Rûsî yê nûnerê Brîtanî dersînor kiriye ewê hin bersîvê din jî bide.
Wezareta Derve ya Rûsya ragihand ku wan bang li nûnerekî Balyozxaneya Brîtanya kiriye û ji wî re ew biryar gotine.
Brîtanya 8’ê ser nûnerê berevanîya Rûsya gotibû ku nehatiye eşkere kirin ku ew leşkerê îstixbaratê û dîyar kiribû ku ew ji kar dûr xistiye.
Rûsya ser kiryara Brîtanya got ku ‘’Rûsofobîk’’ e û zarareke mezin dide peywendîyên dualî.
Moskowê jibo dîplomatê Brîtanî Adrian Coghill ji welêt derkeve hefteyek da wî.
Karbidestên Rûsî dibêjin ku ewê jibo bersîvên berfirehtir Brîtanya agahdar bikin.
Peywendîyên Rûsya û Brîtanya berî şerê li Ukrayna jî xirab bû û bi destpêka şer re xirabtir bû.
Brîtanya ser piştgirîya çekan ya jibo Ukrayna bi awayekî berbiçav gav avêtin.
Londonê hefteya borî ragihand ku wê hin statuyên dîplomatîk yên bi Rûsya re peywendîdar rakirine û vîzayên jibo dîplomatên Rûsî jî sînordar kirine.
Jêder: Reuters