Serokê Îranê Hesen Ruhanî di vê hefteyê de bi seredanek Sê rojî hate Îraqê, li gel berpirsên dewletê û yên olî civîn encam dan.
Ruhanî bi berpirsên Îraqê re gelek peymanên bazirganî û aborî îmze kirin, û weke seredanek gelek girng hat niraxinin.
Dema ku Ruhanî li Îraqê bû, raporta wezareta derve ya Amerîka ya rewşa mafên mirov li cîhanê hat weşandin di raportê de gele rexne li hember Îranê hebûn, di raportê de Îran weke çavkaniya nerihetiyê li rojhilata navîn û herêmê hatîye nasandin.
Têkiliyên Amerîka û Îranê di rewşek xerab de ne, Îraq dê çawan bikar be alîsengiya têkiliyên xwe bi Amerîka û Îranê re biparêze ku ziyanbexş nebe, jiber ku Îraq welatekî ji şeran derketîye û pêwîstîya wê bi Îranê heye weke welatekî cîran û hevsinor û di heman demê de peymanên ewlekarî li gel Amerîka jî hene.
Di bernama "Hello Washington" de, ev mijar bi mêhvanên bernamê re hat gotûbêj kirin, mêhvanên bernamê birêz Dr.Abdulhakîm Xesro, mamostayê Zanîngeha Selahedîn li Hewlêr û birêz Mamend Roj, şirovekarê pirsên Stratejî ji Silêmaniyê bi rêya telefonê beşdarî bernamê bûn.
Berêz Mamend Roj pêşî got"Seredana Ruhanî hin xalên wê girêdayî wan parametrên di nava Îranê bi xwe de ye û hind jî girêdayî pirsên nava Îraqê ne, Îran di nava ambargoyek aborî aloz de ye, Îran dixwaze ew aloziyên di nava herdu welatan de hene bihên hilandin, li milekî din Îraqê pêwîstî bi elektrîka Îranê heye û jinûve avakirnê, Îran di wî warî de dikare alîkariya Îraqê bike".
Herweha Dr. Abduhakîm Xesro weha dibîne ku "seredana Ruhanî û peymanên hatine îmze kirin zêdetir di berjewendiya Îranê de ne û Îraq nikare sûdê jê bibne, ji ber ku Îran dikare gelek tişan bişîne Îraqê, lê Îraqê tiştek weha nîne bide Îranê".