Wezîrê Derve yê Amerîka Marco Rubio bi telefonê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re axivî û piştevaniya berdewam ya Amerîka ji Îsraîlê re tekez kir, û ew karê pêşîn û serekî yê serok Donald Trump binav kir.
Wezîr Rubio ji ber serkeftinên Îsraîlê li dijî Hemas û Hizbullahê pîrozbahî li Serokwezîrê Îsraîlê kir û soz da ku ew ê bêwestan bixebite ji bo rizgarkirina hemî rehîneyên mayî yên li Kerta Gazayê girtîne.
Wezîr Rubio herwiha tekez kir ku ew li bendê ne ku metirsiyên Îranê çareser bikin û li gorî derfetên heyî li herêmê aştiyê peyda bikin.
Ev yekem axiftina telefonî ya Rubio bi Îsraîlê re bû ji dema ku rêveberiya Serok Donald Trump yê Komarî roja Duşemê dest bi kar kir.
Trump jî weke serokê berî xwe yê Demokrat Joe Biden, her du jî piştgirên Îsraîlê ne, di dema şerên wê yên li Gaza û Lubnanê de jî.
Rubio her wiha doh Çarşemê bi welîahdê Erebistana Saûdî Mihemed Bin Selman û Wezîrê Derve yê Mîrgehên Yekbûyî yên Ereb Şêx Abdullah Bin Zayid re axiftina telefonî pêk anî, Wezareta Derve di daxuyaniyekê de got, mijarên ku hatine gotûbêj kirin Gaza, Sûriye û Lubnan û hin mijarên din bûn.
Jêder: Reuters/AFP