Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senator Rubio Dibêje Ewê Piştgirîya jibo HSD'ê Bidomînin


Marco Rubio, ku çaverê ye bibe Wezîrê Derve yê Amerîka yê nû, got ku divê piştgirîya Washingtonê ya jibo Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) bidome.

Rubio, ku ji alîyê Serokê hilbijartî Donald Trump ve jibo wezîrtîya derve hatibû destnîşan kirin, bersîvên endamên Komîsyona Peywendîyên Derve ya Civata Senatoran dan.

Di rûniştinê de Senatora Demokrat Chris Van Hollen ji Rubio fikrên wî yên ser piştgirîya jibo HSD’ê pirsî û wî jî got ku ‘’bêguman’’ divê ew piştgirî bidome.

Rubio dîyar kir ku şervanên HSD’ê dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) têkoşînên mezin meşandine.

‘’Hevbendên tevî gefan jî bi fedakarîyeke mezin çekdarên DAIŞ’ê avêtin hepsê û eger em wan biterikînin, divê em qebûl bikin ku ewê hin encamên vê yekê hebin.’’

Wî got HSD’ê xwestiya ku çekdarên DAIŞ’ê li girtîgehan bigire û bal kişand ser metirsîyên vê rewşê.

Rubio dîyar kir ku rêvebirîya nû ya Sûrîyê jibo Washingtonê fikaran çêdike û got ku ger Sûrîyeyeke berevanîya Kurdan dike û jibo kêmîneyên olî jî rêzdar hebe ewê jibo berjewendîyên hemî dewletan rewş baştir be.

Sîyasetvanê Amerîkî got ku jibo Sûrîyê yek ji dijwarîyan jî helwesta Recep Tayyîp Erdogan e û dîyar kir ku agirbesta li bakurê Sûrîyê, ku piranîya wê di destê Kurdan de ye, sist e.

Tirkîye, Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ku pêşengê HSD’ê ye, wek baskê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) dibîne û dibêje rêxistineke terorê ye.

Enqere li bakurê Sûrîyê piştgirî dide wan çekdaran ku bi HSD’ê re şer dikin.

Şerê çekdarên bi piştgirîya Enqerê û HSD’ê bi ketina Beşar Esad re gurtir bûye.

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG