Rûsya îro Sêşemê ragihand ku Tirkîye nikare bê destûra wê sîstemên berevanî yên Rûsî bifroşe welatekî din.
Ajansa Reutersê ji zarê Maria Vorobyova, berdevika hevkarîya leşkerî û teknîkî ya federalî ragihand ku Tirkîye nikane bê îzina wan çekên Rûsî bifroşe dewletekê din.
Rêvebirîya Amerîkî gotibû ku ger Tirkîye sîstema Tirkîye S-400 bi cîh bike û bixebitîne, ewê rûbirûyê toleyên Amerîkî be.
Rêvebirîya Amerîka dibêje ku sîstema Rûsya ne li gor sîstema NATO ye û bicîhkirina S-400 wê bo firokên F-35 yên Amerîkî xeterî çêkin.
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan gotibû ku ewê S-400’an di meha Nîsanê de bixebitînin, lê jiber kêşeyên vîrusa korona ew yek pêk nehatibû.