Wezareta Derve ya Rûsya îro Pêncşemê ragihand ku peymana agirbestê ya navbera Îsraîl û Hamasê jibo rawestandina şerê li Kerta Gaza bibe alîkar ku aramîya mayînde li heremê pêk were.
Berdevika wezaretê Maria Zakharova pesna xebatên behnfireh û domdar yên Qatar û Misirê da ku di wê peyvajoyê de navbeynkarî dikin.
Zakharova got ku di qonaxa dawîn de nûnerên rêveberîya nû ya Amerîka jî beşdarî danûstandinên peymanê bûne.
"Em hêvî dikin ku bicîhkirina peymanê wê jibo aramkirina domdar ya rewşa li Gazayê bibe alîkar û bo vegera hemû awareyên navxweyî şertan biafirîne... û rê bide ku dîlên Îsraîlî û girt yên Filîstînî werin berdan ku tevlî malbatên xwe bibin," Zakharova di preskonferanseke de got.
Wê bi taybet rewşa hemwelatîyê Rûsî Alexander Trufanov kir, ku li kerta Gazayê tevî yên din di destê Hamasê de dîlgirtî ye.
Zakharova herwiha ser encamên peymanê bendewarîyên Moskowê jî anî ziman.
"Em bawer dikin ku encama vê peymanê wê jibo sazkirina pêyvajoya çareserîya sîyasî ya berfireh ya kêşeya Filîstînê bibe alîkar," Zakharova got.
Jêder: AP