Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Ku Amerîka YPG'ê Dernexe, Emê Têkevin Nav Minbicê


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Înê got ku ger Amerîka şervanên YPG’ê ji bajarê Minbicê dernexe, hêzên wan wê têkevin hindurê bajêr.

“Minbic cîhê Ereban e, lê ew herêm dane destê rêxistina terorîstî. Niha em ji wan re dibêjin ku divê hun wan ji Minbicê paqij bikin yan derxin. Ku ne, emê têkevin nav Minbicê. Ez bi vekirî dibêjium,” Erdogan li Stenbolê got.

Erdogan gefên xwe dubare kirin ku ewê herwiha herêmên rojhilat yên bin kontrola Kurdan jî bikin armanc. Wî got ew pêgir in ku “aştî û ewlehî” bînin rojhilata Firatê.

Erdogan herêmên Kurdan ya bin kontrola YPG’ê destnîşan dikir ku heta pirtir ji 400 km ber bi tixubê Îraqê ve dirêj dike.

Wî berî çend rojan gotibû ku ewê di nav çend rojan de dest bi operasyoneke dijî YPG’ê bikin ku herêmên tixubî yên bakurê Sûrîyê kontrol dike.

Peywendîyên Enqerê û Washingtonê, jiber piştgirîya Amerîka ya ji YPG’ê re, ji demeke dirêj vir ve aloz e jiber ku Tirkîye YPG’ê wek rêxistineke terorîst dibîne û givaştin li ser Amerîka dike ku dest ji piştgirîya YPG’ê berde.

XS
SM
MD
LG