Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Navbera Erdogan û Kiliçdaroglu Nîqaşên Ser Aborîyê Gur Dibin


Wezareta Malîyê û Xezîneya Tirkîyê stokên deynê der yê Tirkîyê 262 mîlyar dolar dîyar kiribû.

Serokamarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan jî di rojên borî de ragihand ku rezervên Banka Navendî 118 mîlyar dolar e.

Rezervên Banka Navendî di navbera opozîsyonê û desthilatîyê de bûbû qeyraneke mezin.

Opozîsyonê îdia dikir ku ji rezervên Banka Navendî, 128 mîlyar dolar ji alîyê desthilatîyê ve hatiye hinda kirin û di her platformê de jî, ji desthilatîyê dipirsî “ev pere çûn kî derê?”

Demeke dirêj desthilatîyê nikaribû ku bersîva vê pirsê bide. Lê di rojên çûyî de Erdogan ragihand ku rezêrvên Banka Navendî 118 mîlyar dolar di destê bankê de ye.

“Hun jî baş dişopînin ku em di mezinbûnê de rekoran li ser rekoran dişkînin. Salane dervafirotina me 207 mîlyaran borî. Di kirinê de jî em heta radeyekê hatin. Rezervê Banka Navendî ya me gihîşte 118 mîlyar dolaran. Kemal Beg çi digot, 128 mîlyar dolar li ku ye? Temaşe bikin êdî qet dengê wan dernakeve.”

Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu pirsa xwe ya “128 mîlyar dolar li ku e?” hêjî didomîne. Li gor Kiliçdaroglu Erdogan 171 mîlyar dolar deynê Tirkîyê nahesibîne û tenê yê mayî dibêje.

“Banka Navendî bi awayekî azad nikare biryaran bigire. Dest û lepên Banka Navendî şikandin. Armanca Banka Navendî ew bû ku aramîya buhayan dîyar bike. Lê ev erk ana ji destê Banka Navendî hate girtin. Temaşe bikin herî dawî plana navendî dîyar kirin. Di navbera salên 2021-2023 an de, ango di nav sê salan de Dewleta Tirkîye, ango em 83 mîlyon kes salane 87 mîlyar dolar faîzê bidine selfxuran.”

Nîqaşa navbera desthilatîyê û opozîsyona Tirkîyê de berdewam dikin, wisa dixuye ku wê heta hilbijartinan jî bidome.

ED_11_09_2021_Erdogan_Kiliçdaroglu
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:59 0:00

XS
SM
MD
LG