Lînkên eksesibilîtî

Siberoja Peywendîyên Washington û Enqerê Wê Çawa Be?


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di warê berjewendîyên welatê xwe de, asta têkilîyên xwe yên bi Amerîka û Rûsya wek hev kir.

“Çawa ku têkilîyên min bi Amerîka re baş in, wê bi Rûsya re jî bi heman awayî têkilîyên min baş bin,“ Erdogan got.

Erdogan ev daxuyanîya di hevpeyvîneke bi televîzyona Amerîka PBS de ragihand ku do şeva Duşemê hat weşandin.

Pisporê Tirkiye û siyaseta derve ya Amerîka li Rojhilata Navîn Nicholas Danforth ji Dengê Amerîka re ragihand ku di hevpeyvîna bi PBS’rê de, Erdogan di derbarê têkilîyên Amerîka û Tirkiyê de nêrînên xwe bi awayekî pir zelal û ecêb eşkere kir.

“Erdogan got ku ew qasî bi welatên Rojavayî bawer dike, bi Rûsyayê jî ewqas bawer dike û bê guman bi bawerî ew yek dîyar kir. Wî berîya niha digot ku ew li siyasetek derve ya hevseng yan serbixwe digere,” Danforth ji Dengê Amerîka re got.

Serokê Tirk bi berdewamî şêwaza siyaseta xwe ya derve dîyar kir û got ku ew têkilîyên xwe yên bi welatên cîhanê re li ser bingeha qezanca her du alîyan ava dike.

Henri J. Barkey ku li Zanîngeha Lehigh Profesorê Tekilîyên Navneteweyî û xebatên Rojhilata Navîn e, ji Dengê Amerîka re daxûyanîyên Seroke Tirk nirxand.

Prof. Barkey dîyar kir ku Erdogan bo xwe û Tirkîyê xwedî vîzyonek e ku ne mecbûr e bi yên hevbendên wî re hevseng be, jiber ku jixwe ne hemî welatên ku beşek ji hevbendîyeke ne, her dem lihevkirî ne.

“Tiştê ku Erdogan ji yên cuda dike vîzyona wî ye, ku di dema dirêj de, dijberî yên hevalbendên wî ye. Hevbendî jibo wî amûrek e ku bo giheştina vê vîzyonê wê alîkariya wî bike,” Barkey ji Dengê Amerîka re got.

Pispor Barkey bi berdewamî tine ziman ku Erdogan bi eşkereyî nirxên hevbendîyê parve nake û ew vê rêgehê dişopîne jiber ku Tirkîye hîn ne têra xwe pêşketî û ne bi hêz e ku bi serê xwe bimeş e û herwiha hê jî pêdivîya wê bi têkilîyên leşkerî û aborî heye.

“ Loma dema em li siberojê dinêrin, hevbend divê fêm bikin ku wê ew (Erdogan) bibe hevkarek dijwar, her tim zextê bike, her gav bazarîyê bike û her dem li cîheke din li peymaneke çêtir bigere,“ Barkey ji Dengê Amerîka re got.

Ji hilbijartinên seroktîya Tirkîyê di Gulanê de û vir ve , gelek şîrovekarên Rojavayî hêvîdar in ku Erdogan şêwaza desthilatdarîya xwe ya tund nerm bike, bi taybet di tekilîyên bi Amerîka, NATO û Yekîtîya Ewrupa (YE) de û dibe ku berê xwe bide Rojava.

Danforth ku pisporê Weqfa Yunanî bo Polîtîkayên Ewrupî û Derve (ELIAMEP) ye, dîyar kir ku piştî hilbijartinan, têkilîyên Amerîka û Tirkîyê ber bi rewşa xwe ya berê dîsa aloz bûne.

Pisporê têkilîyên Amerîka û Tirkîyê da zanîn ku bo siberojek pêşbînîkirî pêkan e ku peywendîyên Washington û Enqerê di moedela ‘şêwaza ragirtinê’ de asê bimînin.

“Li Washingtonê pir hindik kes di derbarê pêşketine mezin ya wan têkilîyên mezin de hêvîdarin,“ Danforth ji Dengê Amerîka re got.

Herî dawî şîrovekaran bendewerîyên ser erêkirina endamtîya Swedê ya bo NATO’yê ji hêla Enqerê ve, wek ji pîvanên herî girîng ya wan hevîyan dinirxandin.

Lê, Erdogan di hevpeyvîna di PBS de ser erêkirina endamtîya Swedê bersîvekî zelal ne da, ku di Tirmehê de li Hilcivîna Vilnus ya NATO’yê hatibû ragihandin ku ew hatiye kane kirin.

Gonul Tol, pispora Tirkîyê ji Enstîtuya Rojhilata Navîn (Middle East Institute) yan jî ME îro di nivîseke bo WallStreet Journal de got ku jiber hin gavên ku Erdogan piştî hilbijartinan avêtîye –erkdarkirina teknokratên dostê bazarê , guherîna wezîrê navxweyî yê û qaşo piştgirîya bo endamtîya Swêdê ya NATO’yê- hevîyên wan şirovekaran zêde bûye.

Lê, pispor Tol da zanîn ku beravajî, hemû ew gavana xurtkirina desthilatdariya yek zilamî ya Erdogan armanc dikin in û Rojava jî alîkariya wî dike.

Hevdem, rexneyên gelek pisporan hene ku Erdogan her çi bike û çiqas dijî Amerîka û Rojava tevbigere jî serokê Tirk bawer dike ku di dawîya rojê de Washington û hemû paytextên Rojavayî wê li rêyekê bigerin ku têkilîyên bi Enqerê bidomînin û wî xweş bibînin.

Pisporê Tirkîyê Barkey tevlî rexneyen wan pisporan dibe.

“Rast e Amerîka û hevbendên wê heta îro li hember tîyatro û siyaseta Erdogan pir bi tehamûl bûn,“ wî got.

Serokê Tirk anî ziman ku Swêdê hin guhertinên qanûnî pêk anîye, lê ew têra Enqerê nake û ‘xwepêşandanên rêxistinên terorîst kolanên Stockholmê’ rawestîne.

“Heke parlamento ser vê daxwazê (endamtîya Swedê) biryareke erênî nede, wê demê tiştekî were kirin tune ye,” Erdogan got.

Erdogan ku 22 sal in desthilatdar e, herwiha anî ziman ku di qada sîyaseta derve de, wê li gor têgiheştin û berjewendîyên xwe tevbigere.

Dema ku jê fîkarên senatorên Amerîkî hat pirsîn ku Tirkîye di warê toleyên dijî Rûsya de, di heman asta endamên NATO û yên YE de, beşdar nabe, Erdogan got ku ew ne mecbûr e ku wekî wan welat an tevbigere.

“Rûsya yek ji cîranên minê herî nêzîk e. Û dîrokeke me ya hevpar heye. Û pêyvajoya heyî bi vî awayî berdewam dike,” Erdogan got.

Serokê Tirk Erdogan herwiha di derbarê bawerîya bi serokê Rûsya Vladamir Putin de jî got ku bawerîya bi Rûsya û Rojava da berhev.

“Ti sedema min tune ku ez bi wî bawer nekim. Bi qasî ku bawerîya min bi Rojava heye, ez wekhev bi Rûsya jî ewqas pêbawerim,“ Erdogan got.

Prof. Barkey anî ziman ku daxuyanîyên Erdogan ku Rûsya û Rojava wekhev nirxand bi taybet şok bû û wî zarareke mezin daye pêbawerîya xwe û Tirkîyê.

“Berîya her tiştî, NATO hîn jî hevalbendîyek e ku bo parastina dewletên endam ji Rûsya hatîye ava kirin. Putin bi armanca destxistina axê bo Rûsya, Ukrayna dagir kir,“ wî got.

Pisporê ELIAMEP Danforth destnîşan kir ku di ware siyaseta derve de, sir ne ev e ku çi difikire.

“Jiber vê yekê gelek pispor û şîrovakar bi berdewamî dinirxînin ku tevî bawerîyên serokê Tirkîyê ku bi eşkereyî dîyar dike, wê welatî bi rengekî hertim amade ye ku vegere û bibe hevalbendek baş ya NATO’yê,“ Danforth ji Dengê Amerîka re got.

Danforth herwiha destnîşan kir ku Washington bo niha di têkilîyên bi Enqerê de kontrola egera zarardayîna Tirkîye ya di hin mijaran de armanc dike û
û di mijarên rojeva taybet de jî yên wek endambûna Swêdê ya NATO’yê de jî pêşketinê dixwaze.

Gelek şîrovakar jî dibêjin ku dema mijar Erogan be, Washington helwesteke zelal û xurt nagire, bi dîplomasiyê têra xwe zextê nake û siyaseteke derve ya prensîb naşopîne.

Ew şirovekar bo balkişandina ev helwesta Washington, rewşa mafên mirovan li Tirkîyê, têkilîyên Erdogan bi Putin re û kirîna S-400 ji Rûsya re wek mînak nîşan didin.

Prof. Barkey ragihand ku Erdogan cara yekê di krîza S-400’an de rastî bersîveke tund hat û bi dîtina bersîvê ku ji bernameya F-35 hat avêtin, ew matmayî ma.

“Wî (Erdogan) bawer dikir ku Amerîka wê wekî her tim sere li ber wî bitewîne. Lê, wî xelet hesab kir jiber ku wî fêm nekir yan jî nedixwest fêm bike ku S-400 pirsek ewlehîya neteweyî ya girîng bû, ku li dilê berjewendî ya hevbendîyê xist,“ Barkey ji Dengê Amerîka re got.

Pisporê CFR’ê bawer dike ku ew helwest jibo Amerîka firsend e ku bêje nêzîkatîya dijminatî Erdogan ya dijî hevbendîya bi xwe re wê qebûl neke.

Prof. Barkey bal kişand ku jibo têkilîyên siberojê biryara S-400’an wekî modeleke were dîtin.

“ Ev model jibo biryara ser Swêdê jî derbaz dibe. Heke ew (Erogan) Swêdî red bike, divê F-16’ân negire,“ wî got.

Pisporê tekilîyên navneteweyî Barkey balkişand ser qonaxa xitimandî ya peywendîyên Tirkîyê û welatên Yekitîya Ewrupa (YE) jî.

“Ewrupî li gor Amerîka di rewşeke dijwartir de ne, lê ew jî destpê kirine ku dibêjin bes e. Tirkiîye dikare endamtîya Yekîtîya Ewrupa ji bîr bike,“ Barkey ji Dengê Amerîka re got.

Rexistinên mafên mirovan bi gelek raportan dîyar dikin ku gelek siyasetvan, bizavkar, rojnameven û rexnegir li Tirkîyê bi neheqî dij dadmendî ti girtîhan de ne, tevî biryarên wekî Dagheha Mafên Mirovan ya Ewrupî (ECHR) jiber ku Erdogan bi rengekî wan gefa ser xwe dibîne.

Rojnamevana PBS’ê Amna Nawaz, di hevpeyvînê de ev mijar anî ziman û ji Erdogan rewşa siyasetvanê Kurd Selahattin Demirtaş û Xêrxwaz Osman Kavala pirsî.

Erdogan bi rengeki tund bertek nîşanê Nawaz da, ku ew çima ew qas eleqedarê wê mijarê dibe.

“Tirkîye dewleteke hiqûqê ye û biryarên bi vî rengî ancax ji aîyê dadgehê ve dikare were dayîn,“ Erdogan got.

Wî herwiha Demîrtaş wek terrorist û Kavala jî wek fînansorê xwepêşandanên 2013’an yên dijî hikûmeta xwe tawanbar kir, tevî ku di derbarê her du yan de jî biryarên wiha yên dadhehan tune ye jî.

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) dibêje ku, Tirkîye di ware rojnamevanên girtî de li cîhanê di rêza çara de ye. Û ji 2021’an heya 2022’an ev hejmar du qat zêde bûye.

Rojnamevan Nawaz di hevpeyvînê de balkişand ser rewşa wan rojnamevanên girtî yên jî û ji Erdogan sedema hejmara mezin ya rojnamevanên di zindanan de pirsî.

Erdogan rojnamevanên girtî yên Tirkîye wek piştgirê terorê bi nav kir û dîyar kir ku dadwerîyê li ser van kesan biryar daye.

“Wan kesana piştgirîya terorê dikirin, yên ku piştgirîya terorê dikin wê li ku derê bijîn (bilî zindanan), yan ma bila bi bi azadî li çaraliyê cîhanê bigeryana?,“ Erdogan got.

Li gor CPJ’ê di 2021’an de li Tirkîye 18 rojnamevan hatine gîrtin, lê di 2022’an de ji 40’an zêdetir rojnamevan hatine girtin.

Barkey ku mamosteyê Zanîngeha Lehigh awayê ku Erdogan di dema hevpeyvînê de nîşanê rojnamevan Amna Nawaz da jî rexne kir.

“Awayê ku Erdogan li Amna Navaz xeyidî jî nîşan da ku ew li hember her kesê ku bi wî re nehevbîr be yan jî bi rengekî dijî wî derkeve, çiqas bêtehemûl e, “ Barkey ji Dengê Amerîka re got.

Prof. Barkey herwiha destnîşan kir ku ne ecêb e ku hemî kesên li dora Erdogan erêker in û ne ecêb e ku mirov jiber "heqaretkirina wî ya di tweetekê de" bikeve girtîgehê.

“ Ew xala yekê ya demokrasîyê –azadîya axaftinê- fêhm nake,“ Barkey ji Dengê Amerîka re got.

XS
SM
MD
LG