Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serdana Plankirî ya Erdogan Bo Amerîka Tê Çi Wateyê?


Serokomarên Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan, dê meha Gulanê serdana Amerîka bike û bi Serok Joe Biden re bicive.

Erdogan cara dawî li Koşka Sipî bi Serok Donald Trump re hevdîtin çêkiribû. Piştî ku Joe Biden bû serok ewê cara yekê li Qesira Sipî pêşwazîya Erdogan bike.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan di 5 Nîsanê de di Civîna Wezîrên Derve yê NATO’yê de bi Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken re hevdîtinek çêkir.

Fîdan, piştî civînê ragihand ku ew û Blinken li ser rewşa dawî ya balefirên şer yên F-16, pirsgirêka Gaza û hin babetên din rawestîyan e.

Fîdan got, “Em bi birêz Blinken re li ser gelek pirsgirêkan rawestîyan. Di nav de jî serdana Serokomarê me ya ji bo Amerîka.”

Li gor çavkanîyên dîplomatîk, heke tiştekî der asayî nebe, serdana Erdogan ya Washington di 9 Gulanê de tê çavrêkirin. Erdogan û Biden wê cara yekê li Koşka Sipî werin ba hev.

Pisporên dîplomatîk radigîhînin ku Erdogan wê li gel Biden li dor pirsgirêkên Rûsya-Ukrayna, Îsraîl-Filîstînî, Sûrîyê û pêşhatên dawî yên Rojhilata Navîn biaxifin.

Serokê Enstûtîya Polîtîkayên Der Prof. Dr. Huseyîn Bagci dîyar dike ku piştî endamtîya Swêdê ya NATO’yê ev serdana Erdogan ji bo herdû welatan jî gelek girîng e.

“Di têkilîyên Tirkîyê û Amerîka de di van demên dawî de geşedanên erênî pêk hatin. Piştî ku Tirkîyê endamdîya Swêdê erê kir, têkilîyên Tirkîyê bi rêveberîya Biden re baş bûn. Di vê serdanê de ez bawerim Gaza di serî de Rûsya-Ukrayna dê cîyekî girîng bigire,” Bagci dibêje.

Aborîya Tirkîyê di nav qeyraneke mezin de derbas dibe. Li gor hin pisporên sîyasî tê dîyarkirin ku di hilbijartinên şaredarîyê de sedema windakirina Partîya Dad û Peşvebirinê (AKP) ji ber aborîya xerab pêk hat.

Bagci dide zanîn ku di vê serdana Erdogan de li Washington hevdîtinên Wezîrêr Xazîne û Malîyê yê dê cîyekî girîn bigire. Bagci, girîngîyeke din jî dide ser hevdîtina mijara terorê û radigîhîne ku Tirkîye dijî têkilîyên Amerîka yên bi YPG’ê re ye.

Bagci gotinê xwe wiha dawî dike, “Tirkîye li Sûrîyê hin pirsgirêkan dike. Ku YPG û PKK di nav van pirsgirêkan de ne. Ev yek di navbera Tirkîyê û Amerîka de jî bû sedema kêşeyan. Bi ya min ev babetan ha jî wê di vê hevdîtinê de werin rojevê.”

Pisporên Têkilîyên Navnetewî û Parlamanterê Gera 25'an yê AKP’ê Prof. Dr. Mazhar Bagli jî serdana Erdogan ji Dengê Amerîka re şîrove kir.

Bagli got, “Têkilîyên Tirkîyê û Amerîka ev demeke ku pir baş nemeşîyan. Tirkîye dixwaze ku ji careke nû de li gel Amerîka van têkilîyan xurt bike. jiber vê jî di vê serdana Erdogan de dikarim bêjim ku mijara terorê, şera Rûsya-Ukrayna’yê û geşedanên Rojhilata Navîn dê cî bigire. Yek jî Tirkîye ana di nav qeyrana aborîyê de ye ez bawer im ev mijar jî cîyekî girîng digire.”

Hêjayî gotinê ye ku, di sala 2020’an de gava Biden hate hilbijartin heta niha bi Erdogan re di civînên navnetewî de hevdîtin çêbûn û li ser telefonên jî çend caran peyîvîn. Lê, Erdogan cara yekê wê bi awayekî fermî li Washingtonê bi Biden re bicive.

ED_04_09_2024_Erdogan_Visit_USA
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:52 0:00

XS
SM
MD
LG