Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan li Şirnexê Dibêje Bajar bi Xizmetên Wan Pêşve Çûye


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li Şirnexê beşdarî li mîtînga hilbijartinê ya Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) kir.

Erdogan di axaftina xwe de dîyar kir ku Şirnex bi xizmetên wan pêşve çûye û ew bajarekî girîng yê Tirkîyê ye.

‘’Tirkîye bê Şirnex, bê Mêrdîn, bê Amed nabe. Di demên borî de hin bûyerên neyênî qewimîn bin jî ew vê rastîyê bi ti awayî nikarin biguherînin.’’

Wî dîyar wan biryar daye ku ew Şirnexê bi maden, jeotermal, roj û bayên wî bikin bingeheke mezin ya enerjîyê.

Erdogan got ku heta demeke nêz jî jiber tirsa terorê kes nedihat Şirnexê, lê îro ro bajar di aramîyê de ye.

Di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de, AKP’ê bi berbijarîya Mehmet Yarka bi 61 ji sedê dengan bajarvanîya Şirnexê bi dest xwe xistibû.

Yarka jibo hilbijartinên 31'ê Adarê jinûve berbijarê AKP’ê ye û li hember wî berbijarên Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Turan Sultan û Berîvan Kutlu ne.

Jêder: NTV

XS
SM
MD
LG