Di navbera Sûrîyê û Tirkîyeyê de hin hevdîtin berdewam dikin. Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di rojên borî de dîyar kir ku “di her kêlîkê de” ew dikarin vexwendinameyê bikin û destnîşan kir ku Tirkîye di têkilîyên xwe yên bi Sûrîyê re derîyê dîyalogê vekirî dihêle.
Li gor medyaya Tirkîyê jî, pêkan e Erdogan û Serokê Sûrîyê Beşar Esad di Cotmehê de bicivin.
Lê di vî warî de pirsa herî girîng ew e ku Surîye çi difikire?
Li gor çavkanîyên dîplomatîk, dîyar dibe ku Sûrîye bi Tirkîyê re ji hewlên normalîzekirinê dûr e.
Bersîva vê hevdîtinê ya ku di navbera Erdogan û Esad de were kirin, dereng neket û ji alîyê Şêwirmenda Beşar Esad Buseyna Şaban ve hat.
Şaban got, “Tirkîyê beşek ji axa me dagir kirîye û polîtîkaya Tirkkirinê ya xeternak dimeşîne. Me ji wan re got ku divê demûdest vekişin. Heta ku prensîba vekişînê qebûl nekin, emê li ser maseyê rûnenên.”
Pisporê sîyaseta ewlekarîyê Abdullah Agar ji Degnê Amerîka re got:
“Zehmet e ku Tirkîye û Sûrîyê bi tena serê xwe pirsgirêkan çareser bikin, ku rejîma Esad neçar e neft û genim ji PKK’ê dikire û ev girêbest ji rejîma Esad re zehmetîyan derdixe. Rejîma Esad ev yek fêm kir û bi Tirkîyê re hevkarî pêk anî. Gelo Tirkîye ji bo ji holê rakirina van girêdayînan dikare weke pîvaneke hevkarîyeke çêker derkeve holê. Di vê pêvajoyê de PKK tavilê genim dibire, neftê dibire û gidêdayîbûna xwe îstîsmar dike. Tirkîye îstîsmar nake, divê rejîma Esad vê yekê bibîne.”
Serokê Sûrîyê Beşar Esad di rojên borî de ragihandibû ku hewlên asayîkirinê yên bi Tirkîyê re heta niha encameke ku tê xwestin bidest nexistine. Esad dîyar kir ku gavên bên avêtin çi dibe bila bibe armanca bingehîn ya wan serwerî ye.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî ragihand ku Tirkîye amade ye derbarê vê prosesê de leşkerên xwe ji Sûrîyê vekişîne, lê heta niha li ser şert û mercên taybet lihevkirineke çênebûye. Lavrov dîyar kir ku di civîna ku dê bi beşdarîya Tirkîye, Sûrîye, Rûsya û Îran were lidarxistin siberoja têkilîyên Enqere-Şamê dê were gotûbêjkirin.
Li gor jêderên dîplomaktîk, polîtîkaya Amerîkayê dijî van hevdîtinan e, ku ji alîyê Wezareta Derve ya Amerîkayê ev yek bi awayekî eşkere hatibû dîyarkirin.
Li gor opozîsyona Tirkîyê, serwextkirina Esad zêde dijwar nîne. Serokê Giştî yê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ozgur Ozel gotibû, “Ez dikarim Esad razî bikim ku li ser masê rûnê. Heta ku nîyeta Erdogan hebe.”
Li ser van geşedanan jî Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê Prof. Dr. Îlhan Uzgel ji Dengê Amerîka re axivî:
“Em ji destpêkê ve daxwaza doza normalkirina bi Sûrîyê re dikin. Bi rastî jî me sîyaseta heyî rexne dikir. Ji sala 2011’an ve polîtîkaya ku AKP’ê li Sûrîyê dimeşand, li ser bingehên şaş hat avakirin, bi xeletî hate meşandin û encamên wê hem ji bo gelên Sûrîyê hem jî ji bo Tirkîyê neyînî bûn. Ji ber vê yekê, eger hikûmet niha vê gavê bavêje, emê piştgirîyê bidin.”
Partîya Wekhevî û Demokratîk ya Gelan (DEM Partî) bi perspektîfeke rexnegir nêzî pêvajoya normalkirina navbera Sûrîyê û Tirkîyê dibe.
DEM Partî dîyar dike ku ger ev pêvajo bi sîyaseteke dijî Kurdan bimeşe, ewê bi ser nekeve.
Cîgerê Hevserokê Giştî yê DEM Partî Ozturk Turkdogan ji Dengê Amerîka re axivî:
“Helbet girîng e ku Tirkîye bi cîranê xwe re têkilîyên baş çêkibe û polîtîkayên nû yên aşitîyê pêş bixe. Lê divê pêşî ji bo aştîya Kurdên hundir re gav bên avêtin. Dema mijar dibe pirsgirêka Kurd, pêwîste Tirkîye bi hesabên Kurdên Tirkîyê, Sûrîyê, Îraqê û Îranê sîyaseteke aştîyê pêş bixe. Heger polîtîkaya normalizekirinê ya di navbera Tirkîyê û Sûrîyeyê de wek yê berê bin, ne pêkan e ku ew serketî bibin.”