Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qonaxa Nû ya Hevkarîya Erdogan Barzanî di Terazûya Pêşhatên Cîhanê de


Naverokê civîna serokwezîrê hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê Mesrûr Barzanî bi serokê Tirkîyê Recep Teyyp Erdogan re li roja Sêşemê 20/6/2023ê ne hatîye ragehandin.

Ofîsên serok Erdogan wênayê herduyan weşand û Barzanî di peyamekê Twitter ê got, wan gotûbêj li ser peywendîyên Tirkîyê û Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî li Îraq û herêmê de kirin.

Civîna Erdogan bi Mesrûr Barzanî re mehekê piştî serketina wî bû di gera sêyem ya seroktîya Tirkîyê de û çendîn pêşhatên Îraqê bû ku piranî ne bi hez û hêvîyên serokê hikûmeta herêmê bûn.

Bigire ji biryara dadgeha navbijîwanîya navnetewî li Parîsê sebaret ragirtina serbixe ya nefta herêmê, ne destûrîya dirêjkirina demê parlemanê herêmê heta derbazkirina budceya sê salîya Îraqê ku Kurd ji pişka xwe nerazî bûn.

Eger ti pêşhat gelek bilêez bûn, çi zanyarî yan agehî ji civînê derneketin. Lê berî helbijatinên Tirkîyê li 14 Gulanê, gelek şirovekarên sîyast û dîroka nû ya Tirkîyê pêşbînî dikir ku eger Erdogan jibo wîlayeta sêyem serketin di destxist, ew dê çend mehan mijûlî şahîyên serketinê be berî berdewamîyê bi sîyasetên xwe bide û bi şêwazek tundtir ji 21 salên desthilatdarîya xwe.

Ger karbidestên Turkîyê û Kurdistana Îraqê li van heyaman bi hevre rûnin divê ew li ser van mijaran baxifin; destpêkirina firotina neftê ji Kerkûkê ber bi bendera Cehanê; bi sanahîkirina hatinûçûn û bazirganîya di xala sinorî ya Îbrahîm Xelîl; vekirina firokxana Silêmanîyê; û hevkarî di şerê terorê de. Eger yek van mijaran bi karbidestên hikûmeta Tirkîyê re bîne holê, ewê bêjin, ev pirsên Enqerê ne bi Bexdayê re. Lê pirsa mezin ewe, çima serokwezîrê hikûmeta Herêma Kurdistanê?

Petrol Tim Karta Fişarê ye

Dîroka têkeldarîya Enqerê digel welat û gelên hevsinûrên xwe kêm caran dostane û vekirî bûne. Tirkîyê dirêjtirîn sinûrên erdê bi Kurdan re heye (li Îraq û Îranê) û tim Kurd wek neyarên dewleta Tirkîyê dane naskirin, û her careka bîhna dostanîyê ji wan peywendîyan hatibe, ew wek karta fişarê li ser layenên dî yên herêmê bi kar anîye. Helbet Kurdan jî ew peywendî wek kart yan bi kêmî jibo perjewendîyên aborî û ewlekarîya navxwe bikar înane.

Di pirsa neftê de, reng e Erdogan kar bi hikûmeta Herêma Kurdistanê yan Partî Demokrat ne mabe çinko weka Dr. Şêrko Kirmanc nivîskar, lêkoler û akademîsyen dibêje, ¨bi tenê derhênan û hinartina herêmê li jêr destê hikûmeta herêmê ye. Firotin û qazanc û dabeşkirina dahatê wê li jêr destihilata hikûmeta Îraqê de ye¨. Jibo qazanceke demkî, Erdogan dixwaze wî cezayê (Milyar û 500 Milyon dolaran) jiber kirîn û firotina nefta herêmê ku dadgeha navbijîwanîyê li ser Enqerê danî ye, hilîne, Lê Dr. Cebar Qadir, taybetmendê dîrok û sîyasetên Tirkîyê dibêje, Erdogan hizra xwe dike ku neft li herêma Kurdistanê ye û ¨ Kurd digel Tirkîyê dikarin li her demekê alozîyan jibo Îraqê dirûst bikin¨. Û ¨ eger Bexda her tiştekî li dijî Enqerê bike, ew dê sîyasetekê digel Herêmê peyrew bike, reng e bi dilê Bexdayê nebe¨. Anko ev peyameke ji Bexdayê re heta pişta xwe bi biryareka dadgeheka navnetewî gerim neke.

Diron Beşekê Çekê Sitratîcîkê Tirkîyê

Civîna Erdogan-Barzanî hevdemê civîna çar alîya ¨Tirkî, Sûrî, Îran û Rûsîya¨ li Astana, Kazaxistanê bi mebesta çareserkirina şerên li ser sinûrê Sûrîyê. Disan dema Barzanî bi rêde bû berve koşka seroktîyê li Enqerê, êrîşa bi dironeka Tirkîyê 2 karbidestên Kurdên Rêvebirîya Xweser û şûfêrê wan kuştin. Eger ev mijar ne mebesta seredana Barzanî be jî, lê Tirkîyê wê weka peyamek bi kartîne jibo ku ji Kurdên Rojavara re bêje, serkirdeyên Kurdên beşên dî yên Kurdistanê, bi me re hevkarin li dijî ya ku Enqerê bi şerê terorê binav dike.

Piştî civîna Erdogan-Barzanî, wezîrê berevanîya Tirkîyê Yaşar Gûler gote rojnamevanan, ¨şerê me li dijî dê bi domîne¨ û ¨emê hevkarîya xwe zêde bikin¨. Ew havkarî dê çawa be eger pêşbînîya opirasyonên çekdarî nahêt kirin. Dr. Cebar gote Dengê Amerîka, ¨li demê helbijartinan ku Erdogan pêtivî bi serketineka serbazî hebû jibo misogerkirina serketina xwe çi opirasyon pêknehatin jiber dijatîya Amerîka ê wekatşn Rojava, piştî serketinê ew çi opirasyona pêknaîne.¨ Renge ev boçon ya herî locîk be jiber du egeran;

  1. Şîyana pêşketî ya Tirkîyê di teknolojîya dironan de û komkirin û şirovekirina zanyarî û îstixbaratî çi bi rêka setelayîtan yan jî sazî û karmend û dardestên li sererdê.

Eger li civînên Astana pirojeyê Rûsîya jibo başkirina peywendîyên Enqera û Şamê sergirt, eve derfetek nû ji Erdogan re berdest dibe, ku bi bawerîya Dr. Cebar ¨ew -Erdogan- dê bikaribe beşekê armancên xwe li Rojava Kurdistanê bi rêka Sûrîya û bi piştevanîya Rûsîya cêbicê bike.¨

Hemû şirovekar li ser yek xalê hevbîrin dema mijar were ser bawerîya Erdogan li hember Kurdan. Ew çi caran nabin hevpeyman û nikare pişta xwe bi Kurdan gerim bike heta ku Îraq, Îran û Sûrîyê hevpeymanên sitratijîk bin. Lê di sîyasetê de ¨kes hemû hêlkên xwe na êxe yek sebeteyê¨, bi gotina Dr. Cebar. Kurdên Îraqê û Partîya Demokrata Kurdistan Îraqê jî layenê herî lawaz e.

Piştî civîna Erdogan-Barzanî, rojnamevana Al-Monitor Amberin Zaman nivîsîye, ¨Bi her awayî, di civînaê de pêşketinek nebû, jiber ku hikûmeta Herêma Kurdistanê ne xwedî biryar e. Lê, di navbera Erdogan û Barzanî de qonaxeke nû ya hevkarîyê hat ava kirin. Têkilîyên Serokê Herêma Kurdistanê bi Wezîrê Derve yê nû yê Tirkîyê Hakan Fîdan re xurt e, ku bi dirêjahîya salan weke serokên îstixbarata wan hevkarîyê kirine.¨


Li jêr çavdêrîya Hakan Fîdan teknolojîyaya dironan li Tirkîyê pêşketîye. Dironên Tirkîyê di yeklakirina şerê Azerbeycanê de rolê sereke dît, di şerê Ethiopia de li dijî tevgera Tigray, li Lîbîya û niha di şerê Ukrania de rol dilîzin. Lewan ne ma çekekê demî be û li cîhekê vebirî, belku li gora bawerîya Dr. Şêrko ¨ew bûne beşekê çekê sitratîjîkê dewleta Tirkîyê ne bi tenê li dijî Kurdan belku Tirkîyê dê wan li cîhekî û her demî bi kar bîne.¨ Armancên pêşbîn kirî li demek nêzîk dê Bakur û Rojhilata Sûrîyê (Rojava), Şengal, Qendî bin û her gûşkekê nêvbera wan di Îraq û Sêrîyê de.


Pişka Şêr ji Kê re Ye?

Di hukimranîya zêdetirî 20 salan de, hikûmeta AKP’ê li ser astên cuda cuda serederî digel welatên hevsinûrên xwe kirîye. Li Îraqê hevberî peywendîyên di gel Bexdayê li ser astê dewletê, Tirkîyê peywendî li ser astê pêkahatan (Kurd, Erebên Sûne û Turikman) jî qet qut ne kirine. Lê bêtir hewcedarî hikûmeta Herêmê û PDK bû jibe desthilata wan li ser xala Îbrahîm Xelîl ya sinûrî. Eger di demê salekê de cîhê wan di Îraqê de lawaz bûye, lê Dr. Şêrko dibêje, di serederîya aborî de, ¨Tirkîyê dê pêwîstî bi hikûmeta Herêmê hebe ne bitenê jibo bazirganîyê bi Herêmê û Îraqê re, belku bi welatên Kendavê Erebî re jî.¨

Li ser civîna bi Erdogan re, mîdîya ya ser bi serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî nivîsandîye ku ¨giranîya dan û stanidna wan li ser asayîş û ewlekaîyê bû û ew rêketin li ser delîveyên berfirehkirina hevkarî û hemahengîyê.¨ Û ¨wan bal kişand ser aborî û bazirganîyê weka du mijarên giring ji hevkarîyê re.¨

Tirkîyê pirojeyên stratîjîkên mezin bi Îraqê re hene. Dr. Şêrko dibêje, ¨pirojeyê rêka ji Kiwêtê heta heta Tirkîyê ku dê di Zaxo û Fêşxabêrê derbaz be, sernakeve eger Kurd û hikûmeta herêmê ne alîkar be.¨ Evca Kurd dê bibin pirek hetta eger her tişt ne bi hez û vîyana wan jî be.

Jibo vejandina aborîyê Tirkîyê û vegerandina bihayê Lîra Tirkî, kabîneya nû yek bijare heye; vekirina dergehên bazirganîyê li pêş hemû alîyan. Ew neçare rêkeftinên nû bi Îraqê re bike jibo serjinû vejandina bazirganîya neftê û dest bide cêbicêkirina pirojeyan.

Her kes jî dizane di serederîyên aborî û bazirganîyê de, her alî dixwaze pişka şêr bidestxe, lê tim şêr dest li ser pişka mezin dadinê. Mixabin, di vî destûdarê îro de, Kurd layenê bê seng û lawazê hevkêşeyê ne jiber cûdahîyên navxwe.


Kabîneya Nû ya AKP’ê û Doza Kurdî li Tirkîyê

Di kabîneya nû ya Tirkîyê de 4 Kurdan cîhên herî giring girtine. Cîgirê serok, wezaretên derve, aborî û tenduristî. Rojnamevan Eyyûp Demîr dibêje, ¨dema yek pêkhatê vê kabîneyê, rewûa Tirkîyê û tengasîya Kurdan temaşe bike wê bigehe bawerî û encamek wisa ku dibe di ev hikûmet li paşerojê pêvajoyek nû jibo çareserkirina doza Kurdan destpêbike. Lê bi şêwazek nû û ektorên nû.¨

Kes nikare îmkar û haşa bike ku Erdogan vekirina berev Kurdan li Tirkîyê li sala 2005ê destpêkir dema pênasîn kirî û gotî ¨mesela Kurdî li Tirkîyê heye.¨ di pêre li Amedê got ku ¨pirsgirêka Kurdî li Tirkîyê heye û dewletê xeletî kirîye.¨ Dibe yek wêna wek despêk ji pêvajoya çareserkirina doza Kurdan re nas bike. Lê ew pêvajo zû hat jinavbirin û AKP’ê sucê xist stoyê PKK û hevsozên wê û bi sedan sîyasetvan, rojnamevan, parêzer, çalavan û xelkê din girtin û binçav kirin ne jiber ku Kurdin, lê ew bi terorê jî tawanbarkirin.

Endamê Meclisa Biryardera AKP’ê Abdurrahman Kurt ji Dengê Amerîka re got ku armanca AKP’ê ew e ku li Tirkîyê ¨teror tunebe û demokrasî çêbe jibo ku em dixwazin qanûna bingehîn biguherin, qanûneke sivîl danin.¨ Jibo wê ew ji hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê dixwazin ¨erdê xwe bi parêzin, rê ne de teror li bimîe û ji erdê wan êrîşî Tirkîyê bikin. Divê PKK’ê çek deyine û HDPê sîyasetek sivîl bide pêş xwe û di piroseyê aştîyê de partîyên ku piştevanîya PKK’ê û terorê ne kirîn cîh bigrin.¨

Li salên 1990an tevgera sivîla Kurdan li Tirkîyê serhilda û Kurdan partîyên sîyasî yên desturdayî avakirin û ketin Parleman. Lê şirovakar dibêjin, AKP’ê qet naxwaze dozan Kurdan li Tirkîyê çareser bibe, çinko wê tim hewceyî bi neyrekî heye jibo ku rewayî yê bide karên dijî Kurdan li her cîhekî. Evca Kurdên Îraq, Sûrî û Îranê dizanin heta ku doza Kurdan li Tirkîyê bi awayên Demokratîk nehê çareser kirin, dewleta Tirkîyê, AKP’ê û Erdogan wan jî wek dostên sitratijîk nas nake.

XS
SM
MD
LG