Serokê Giştî yê Partîya Tevgera Netewperwer (MHP) Dewlet Bahçelî do di civîna grupa meclîsa Tirkîyê ya MHP’ê de bangî rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir.
“Dema ku rêberê terorîstan anîn Tirkîyê, wî gotibû ‘Ez jibo her xizmeteke amade me’, divê bila ew bi yek alîyî ragihîne ku teror bi dawî bûye û wê rêxistinê tasfîye bike,” Bahçel got.
Wî di 1’ê Cotmehê de li Meclîsê destê Hevserokê Giştî yê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Tuncel Bakirhan girtibû û gotibû pêdivî bi aştîyê heye.
Bersîva Bahçelî di heman rojê de ji alîyê Hevserokê Giştî yê DEM Partî Tuncel Bakirhan ve hatibû.
“Jibo ku banga Bahçelî bigihêje muxatabê xwe, divê tecrîdê rakin. Em jî wek Bahçelî dipirsin ka Ocalan dê çi bibêje. 43 meh in bi birêz Ocalan re hevdîtin çênebûye. Eger ewqas dixwazin jibo ku banga Bahçelî bigihêje muxatabê xwe, divê berîya her tiştî tecrîd rakin û derîyê Îmraliyê vekin,” Bakirhan di civîna grupa meclîsê ya DEM Partî de gotibû.
Cîgirê Serokê Meclîsê û parlamenterê DEM Partî yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder jî do di axaftina xwe de jiber gotinên Dewlet Bahçelî û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ya bangkirina DEM Partî û Ocalan sipas kir.
Rêvebira Giştî ya Navenda Lêkolînan Qada Sosyopolîtîk Yuksel Genç, ev gotinên Bahçelî ji Dengê Amerîka yê re nirxandin.
“Piştî înîsîyatîfa Bahçelî, bîragiştî ya Kurd li bendê ye ku hikûmet gavên berbiçav û eşkere bavêje û rojeva xwe zelal bike ku pêvajoyeke nû destpê bike. Li alîyê din, hikûmet di van hefteyên dawî de bi daxuyanîyên Bahçelî û Erdogan jî di derbarê pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê de hin daxûyanîyan dide, lê ew bi cîh werin yan ne hin ne zelal in.”
Serokê Giştî yê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ozgur Ozel jî di civîna koma partîya xwe de li ser axaftinên Serokê MHP’ê ragihand ku jibo çereserîyê ew her gav amade ne, lê ne ku li ser daxuyanîyên Dewlet Bahçelî û Tuncer Bakirhan.
Zanyarê Sîyasî Tanju Tosun ji Dengê Amerîka re got ku di vê pêvajoyê de hem bar dikeve ser Tifaqa Gel û hem jî sîyasetvanên Kurd û opozîsyonê.
“Dema ku em li lêgerîna pêvajoya çareserîyê temaşe dikin hin geşedanên girîng pêk hatibûn. Hêvî dikim ku gavên ku jibo çareserîya pirsgirêkê werin avêtin di nav parlamentoyê de bi awayekî aktîftir werin nirxandin. Eger ne wisa be, di gotûbêjên li derveyî parlamentoyê de, anku di pêvajoyeke ku parlamento tê de nebe, encamên çereserîyê dernakevin. Di vî warî de nermbûna gotûbêjan li ser hemû alîyan jî bandoreke erênî çêdike.”
Serokomarê Tirkîyê Erdogan jî roja Sêşemê li ser van gotşbêjen peyîvî.
“Rewşa ramanî ya elitist, ku di navbera dewlet û milet de heye, dîwaran çêdike û zararerek mezin dide welatê me. Bi mîlyonan hemwelatîyên me yên ku zimanê xwe yê dayikê diaxifin, hatin paşguhxistin.”
Serokê bajarê Amedê yê berê yê AKP, Muhammed Dara Akar ji bi bîr tîne ku Erdogan di demên berê de jî dijî qedexeyên ser zimanê Kurdî heman gotin dikirin.
“Lê, li vê derê tiştekî bêtir girîng serdana Dewlet Bahçelî ya DEM Partî bû. Piştî vê ev çend roj in ku li ser van gotûbêj didomin. Ev pêşveçûn jî nîşan didin ku pêvajoyeke nû destpê dike,” Akar got.