Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

RSF: Tirkîye jibo Rojnamevana Zindana Herî Mezin E


Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor (RSF) di rapora xwe ya 2017’an de destnîşan kir ku li Tirkîyê 42 rojnamevan girtî ne. Rêxistinê, Tirkîye wek zindana herî mezin ya rojnamevanan bi nav kir.

Li gor raporê, di sala 2017’an de li cihanê 65 rojnamevan û xebatkarên çapamenîyê hatin kuştin, 326 rojnamevan li girtîgehê ne.

RSF dide zanîn ku Sûrîye jibo rojnamevanan hîn jî welatê herî bi xeter e û hejmara rojnamevên ku li wî welatî hatine kuştin 12 ne. Piştî Sûrîye, Meksîka tê ku li wir, di nav salekê de 11 rojnamevan hatin kuştin.

Di raporê de Tirkîye jibo rojnamevanan zindana herî mezin hat bi nav kirin. Di sala 2017’an de li Tirkîyê 42 rojnamevan, herwusa xebatkarên çapamenîyê girtî ne. Heceta girtina wan jî tawanbarîyên cuda yên li ser karê wan in.

Raporê de hatiye destnîşan kirin ku rexnekirina hikûmetê, xebata ajankarî yan sazîyên bi çavê dewletê gumanbar, herwisa peywendîya bi hin çavkanîyên ku dewlet wan gef dibîne û karanîna hin bernameyên telefonê yên wek Bylock dikare bibe heceta girtina rojnamevanan.

RSF di meha Nîsanê de jî raporek li ser azadîya çapamenîyê amade kiribû û Tirkîye di asta azadîya ragihandinê de, ji 180 welatan di rêza 155’an de bû.

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) hefeteyek berê raporek belav kiribû û bal kişandibû ku Tirkîye welatê ku herî zêde rojnamevanan dixe zindanan e.

Hêjayî gotinê ye ku Însîyatifa Rojnamevanên Azad ya bingeh li Amedê, di rapora xwe ya meha Mijdarê de hejmarên cuda dabû û dabû zanîn ku hejmara rojnamevanên girtî 168 e.

Di roja ku rapora RSF belav bû, rojnamevan Sertaç Kayar li Amedê di serdegirtina malê de hat desteser kirin. Sertaç Kayar peyamhinêrê ajansa Sputnik ya Rûsî ye û herwiha wênegirê ajansa Reuters’ê ye.

KHF_12_19_2017_RSF
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:51 0:00

XS
SM
MD
LG