Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nûnerê RSF Onderoglu di Salvegra Erdhêja Wêranker de Rewşa Rojnamevanîya li Tirkîyê Dinirxîne


Piştî erdhêja wêranker dîmenek ji bajarê Hatay yê Tirkîyê, 12 Sibat,2023.
Piştî erdhêja wêranker dîmenek ji bajarê Hatay yê Tirkîyê, 12 Sibat,2023.

Rêxistina Rojnamevanên Bê Sînor (RSF) îro Şemîyê di salvegera yekê ya erdhêjên 6'ê Sibata 2023’an de li Tirkîyê dîyar kir ku karbidestên dewletê, rojnamevanên di şertên dijwar de dixebitin ku rastîyan ragihinîn wek beşeka keşêyê dibînin û ev nêzîkatî jî dibe sedema gelek givaştinên ser rojnamevanan.

" Hat xwestin ku cezayê amadenekarîyên karbidestan bo erdhêjê, jiber hilbijartinên Gulanê jî, li nûnerên medyayê ku mîna karmendên giştî hewl didan ku di bin şertên dijwar de bixebitin, werin birîn, " Nûnerê RSF li Tirkîyê, Erol Onderoglu got.

Wî 40 rojnamevanên ku di erdhêjên 6'ê Sibata sala borî de jîyanên xwe ji dest dabûn bi bîr anî û got ku rojnamevanan hem jiber erdhêjê û hem jî jiber givaştinan gelek eş kişandin.

“Karbidestên li herêmên erdhêjan, jiber derengm xwerêxistinê ketin xemê û gelek nûnerên medyayê rastî êrîşên fizîkî û 'desteserkirinên 'dezenformasyonê' hatin,“ wî got.

Her wiha Onderoglu dîyar kir ku li heremên erdhêjan de hin polîsan bi sedemên wek " piçûkxistina dewletê " yan jî "dewletê qels nîşan didin", weşanên gelek rojnamevanên heremî û biyanî asteng kirin.

Nûnerê RSF Onderoglu ragihand ku di nava selekî de derket hole ku lêpirsîn û dozên dijî rojnamevanan kêfî bûn, jiber ragihandinên ser erdhêjan hatibûn vekirin bi gelemperî bi ‘bêşopandin’ bi dawî bûne.

Lê, wî destnîşan kir ku bi sedema wan dozên kefî yan bê bingeh darizandina gelek rojnamevan hîn jî didome.

Onderoglu got ku kerasetên xwezayî yên wek erdhêjan di rêvebirîna giştî de dibin sedema zahmetîyên mezin, lê pêwîst e ku rojnamevan jibo agahdarkirina rast ya raya giştî, wek "beşek ji çareserîyê" were dîtin.

“Loma divê destwerdan û zextên li ser rojnamevanîya erdhejan neyên paşgoh kirin,“ wî got.

Erdhêjên di 6’ê Sibata 2023’an de bi bi mezinahîya 7.8 bo 65 çîrkeyan û 7.7 bo 45 çîrkeyan li pêy hev rû dan ku di dîroka Tirkîyê de wek karesata herî kujer hatin tomar kirin.

Di her du erdhêjan de bi giştî 11 bajar, bi sedan bajarok û gund yên başûrê rojhilatê welêt wêran bûn. Li gor ragihandinên fermi zêdetirî 50 hezar kes mirin, bi hezaran jî birîndar bûn û bi milyonan kes jî bê mal man.

XS
SM
MD
LG