Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Romanivîs Sabrî Silêvaneyî Mêvanê Bernama Ferheng û Torê Kurdî


Romanivîs Sabrî Silêvaneyî Mêvanê Bernama Ferheng û Torê Kurdî
Romanivîs Sabrî Silêvaneyî Mêvanê Bernama Ferheng û Torê Kurdî

Hatîye gotin Roman kiça bajêraye, lê romanivîs li civakên çandinyê jî serheldane û berhemên hêja gîhandine pertûkxana. Romanivîsê xort Sabrî Silêvaneyî êk jiwan e. Herçende nêzîkî 13 sala li Ewrûpa jiyay e berî vegerte Kurdistanê, lê romanên wî her wênekirina jîyan û civake Kurdî ye. Sabrî Silêvaneyî yê romanivîs mêvanê bernama Ferheng û Torê Kurdî bû û got, wî goman heye berhemên edebî yên Erebê Şemo û Ahmed Mûxtar Caf roman bin.

Sabrî Silêvaneyî li sala 1972 li Zaxo hatîye jîyanê û li bajarê Duhokê xwendina xwe li sala 1992 bi dûmahî îna ye. Lê rûkirîye penaberî yê û 13 sala li Holanda jîya ye. Wî li sala 1987 dest daye nivîsîna hozan û gotaran. Lê ji sala 1998 ê were dest bi nivîsîna romanê kirî ye.

Berhemên Sabrî Silêvaneyî

  1. Avamezin - 2004
  2. Bîst Sal û Êvarek - 2005
  3. Sîfra Silîvî - 2009
  4. Mariama- 2009
  5. Payîza Peyvan- 2008
  6. Ji Destpêkê heta Destpêkê - 2010

Jibo gûhdarî kirina hevpeyvîna digel birêz Silêvaneyî, fayîla dengî dagire û eger te gotinek yan têbînî liser bîr û bawerên wî hene, di valahîya xwarê de binivîse.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG