Romanya ragihand ku ew ji kompanîya Lockheed Martin ya Amerîkî bi 6,5 mîlyar dolaran 32 firokên nû yên F-35 bikire.
Ew dewlet, ku endama NATO û Yekîtîya Ewrupa (YE) ye, ji şerê Rûsya û Ukrayna vir ve jibo berevanîya zêdetir diravan xerc dike.
Wê dewletê îsal rêjeya dahatê ya jibo berevanîya ji sed ji 2’yê rakir ji sed 2,5.
Sînorê Romanya û Ukrayna bi qasî 650 kîlometre ye û jiber êrîşên Moskowê yên bi ser bendergehên Ukrayna, Romanya dikeve fikaran ku şer nêzî sînorên wê dibe.
Sala borî jî Romanya ji Norwecê 32 firokên F-16 yên şixulandî kiribûn.
Jêder: AFP