Li meclîsê ji alîyê Komîsyona Dadê ve “Sîxurîya Çalak” hate pejirandin. Ev pêşnîyara zagonê wê di demeke kurt de were Komîta Giştî ya Meclisa Tirkîyê.
Pêşnîyara “Zagona Sîxurîya Çalak” li ser medyaya biyanî wek rewşeke sucdarkirina hin kesan û otosansûr tête nirxandin.
Piştî derketina vê zagonê li Tirkîyê medyayên ku ji hin cîyan pere (alîkarî) digrin û kesên ku di van deran de dixebitin dihewine.
Tê zanîn ku li Tirkîyê Medyascope, Bianet, Diken, T24, Gazete Duvar, Plus Gerçek û gelek sazîyên medyayê ji der alîkarîya pere werdigrin. Qanûna nû dibe ku metirsiyên hiqûqî yên li ser van saziyên medyayê zêde bike.
Edîtorê Azadîya Derbirînê yê Bîanetê Hîkmet Adal ji Dengê Amerîka re axivî û dîyar kir ku qanûn metirsiyeke mezin li ser rojnamevanan çêdike û teqez dike ku bi vê rêziknameyê nûçeyên rexnegir weke “tehdîd” tên dîtin.
“Ev qanûn ji bo rojnamegeran tehdîdeke pir cidî ye, ji ber ku di encama nûçeyekê de dibe ku em ji ber ku li dijî ewelkarî an jî berjewendiyên dewletê tevdigerin û bên darizandin. Mînak Tirkîye niha li Bakurê Iraqê û Sûrîyê operasyonan dike. Ez li ser van operasyonan raporteke rexnegir bikim û bipirsim ‘Tirkîye çima li dervayî sinorên xwe hebûna xwe didomîne?’ dibe ku ez rastî vê qanûnê bêm û werim darizandin. A rastî ev zagon azadiya çapemenîyê têk dibe.”
Dîsa kesên ku li Tirkîyê weke ku di nav VOA, DW, BBC û her wekî din sazîyên biyanî de kar dikin pêkane ku wek sîxûr werin dîyarkirin û darizandin.
“Zagona Sîxurîya Çalak” li ser rojnameger û xebatkarên medyaya Kurd jî dibe sedema fikarên mezin.
Dîcle Muftuoulu, Hevseroka Komeleya Rojnanevanên Dîcle û Firat ji Dengê Amerîka re ragihand ku pêkane ku ev zagon li ser rojnamevanên Kurd bandoreke dengbir vede.
“Gelek sazîyên medyayê hene ku bi Kurdî û li Kurdistanê weşanê dikin û piraniya wan dê ji ber vê qanûnê bador bibin. Medyayên ku ji der alîkarîya peran werdigrin pêkane ku weşana wan jî were rawestandin. Ji ber ku desthilatî ji van medyayan gelek ecizîyên xwe dîyar dike. Ev qanûn tê wateya astengkirina hemû agahiyên ku desthilatî naxwaze belav bibin û di vê pêvajoyê de bêdengkirina çapemeniya Kurd e.”
Tê ragihandin ku ev rêzikname dibe ku bandorên neyînî li ser saziyên medyayê yên serbixwe û rexnegir bike û dibe ku bibe sedema nîqaşên nû li ser azadiya ragihandinê û serxwebûna çapemeniyê.
Sazîyên mafên mirovan jî balê dikşînin li ser vê zagonê û wek dijî azadîya derbirînê nîşan didin.
Sekreterê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) parêzer Halîl Îbrahîm Vargun ji Dengê Amerîka re ev zagon şîrove kir.
“Dema ku em li ser rêbazên dadwerî yên li Tirkîyê lêkolîn bikin, gava ku ew bixwazin rojnamevan an jî siyasetmedarên opozîsyonê sûcdar bikin, di qanûna tawanan de ne zehmet e ku sûc li wan were dîtin. Ev qanûn dikare ji bo îdiayên wek sîxurî, teşwîqkirina nefret û dijminatiya gelan jî were bikaranîn û dibe ku bingehên xeta Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê (TMK) were avakirin. Bi vî awayî ev yek pir xeter e û dê badora neyinî li ser demokrasîyê bike.”
Hêjayî dîyarkirinê ye ku di rojên pêş de, dê pîşnîyara qanûnê di Cıvata Giştî ya Meclîsê de bê nîqaşkirin û ev qanûn bi giştî ji 23 madeyan pêk tê.