Yekîtîya Ragihandina Jinê YRJ derbarê êrîşa li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê de got bi êrîşên bi vî awayî dixwazin sûcên şer li wê deverê bên veşartin.
Îro roja Şemiyê li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li Qamişloyê bi dehan jinên Rojnamevan û xebatkarên ragihandinê bi daxuyanîyekê êrîşa ser rojnamevanên jin li Silêmanîyê şermezar kirin.
Di daxuyanîya Yekîtîya Ragihandina Jinê (YRJ)ê de hat gotin ku ev êrîş sûcekî şere.
Rojnamevan Stêrk Gilo dibêje ku ev êrîş li ser xaka herêma kurdistanê pêkahat , û pêwîste hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqê lêpirsînê lidor êrîşê bikin û encama eşkere bikin.
"Pêwîste Herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqê dozê dijî êrîşkaran veke,"Gilo got.
Jinên Rojnamevan li Qamişloyê eşkere dikin ku bi taybetî jinên rojnameger tên armanc girtin, û armanca êrîşkaran bêdengkirina jinan e.
Rojnamevan Sîma Birokê dibêje ku wê ev êrîş, wan ji şopnadina rastîyê ranewestîne.
"Jina kurd ya Rojnamevan pêşengtîya rojnamegerîyê dike û dê berdewam bike,"Birokê got.
Hêjaye bibîrxistinê ye ku di dema ku rojnamevên herêma kurdên Sûrîyê amadekarîya salvegera êrîşa Tirkîyê li ser karmnedên JIN TV dikirin, wan êrîşa li Silêmanîyê bihîstin e.
Şêrîn Mihemed dibêje ku Tirkîyê rojnamevanên kurd li Silêmanîyê û Qamişlo armanc dike.
"Rojnamevên kurd li rastî êrîşan ve tên, divê civaka navnetweyî bê deng nemîne,"Mihemed got.
Roja Înê li herêma Seyidsadiqê ya Silêmaniyê dironek otomobîlek bombeberan kir.
Rêveberîya dijî Trorê CDT ku ofîsa li Hewlêr ye bi daxuyanîyekê got ku balefirek bê pîlot ya artêşa Tirkîyê otombîlek PKK armanc girt. Lê li gorî raporek Dengê Amerîka ji Silêmanîyê ku di encama wê bombebaranê de 2 rojnamegerên STÊRK TVyê canê xwe ji dest da û 6 rojnameger jî birîndar bûn.
Derbarê heman mijarê de, Kongireya Netweyî ya Kurdistan (KNK)ê bi daxuanîyekê ew êrîş şermezar kir, û têde Tirkîyê bi armancgirtina rojnaveman tawanbar dike.
YRJ dibêje ku Tirkîyê bi van êrîşan sûcên şer encam dide û êrîşên weha li dij sivîal dikevin di çarçova tawanên şer de.