Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevan Dekak Derheqa Hestiyên Mirovan li Dîyarbekirê Dipeyîve


Dîkanên baharatfiroşan li Dîyarbekirê
Dîkanên baharatfiroşan li Dîyarbekirê

Di van rojên dawî de, li gelek bajarên başûrê rojhilata Tirkîyê, ku bi giranî Kurd lê dijîn, kolandina erdê tê kirin ku hestiyên mirovan tên dîtin.

Roja Şemîyê li herêma Îçkale ya ser bi Dîyarbekirê ve, hestiyên 4 kesên din hatine dîtin ku wiha jimara mirovên heta niha hestiyên wan hatine dîtin, gehişte 19 kesan.

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, nûçegîhanê AK Ajansê, Maşalah Dekak pirtir li ser vê bûyerê dipeyîve.

Birêz Dekak dibêje, heta niha tenê Komela Mafên Mirovan (IHD), Komela Mafên Mirovan û Piştgirîya jibo Mazluman (Mazlum-Der) û Baroya Dîyarbekirê li ser van derketina serî û hestiyên qûrbanîyên nenas disekinin. Hêvîya rûniştvanên herêmê ev e ku partîyên sîyasî û rêxistinên din jî li ser vê mijarê xebatan bikin.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka “Guhdarî kirin”a jorîn klîk bikin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG