Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Hatina Cihuyên ji Etopyayê Dipejirîne


Hikûmeta Îsraîlî roja Yekşemê koçkirina çend hezar Cihuyên ji Etopyayê ku niha şer lê heye pejirand, ku hinek ji wan bi deh salane li bendê ne ku biçin nik xizmên xwe yên li Îsraîlê.

Nêzîkî 140.000 Cihûyên Etopyayî li Îsraîlê dijîn. Rêberên ciwatê texmîn dikin ku nêzîkî 6,000 kesên din jî li Etopyayê dimînin.

Ew biryare pêngaveke bo çareserkirina pirsgirêkê ku demek dirêje têkiliyên hukûmetê digel civata Etopyayê aloz kiribûn.

Herçend malbat bi eslê xwe cihû ne jî, Îsraîl wan di bin qanûnên olî da cihû nahesibîne.

Ji ber wê sedemê, ew hewil didin ku biçin Îsraîlê di bin bernameya yekbûna malbatê da ku pêwîstî bi erêkirina hukûmetê ya taybet heye.

Çalakvanên civatê hukûmetê tawanbar dikin ku ew nejdil e bo cîbicîhkirina biryara 2015anku hemû Etopîyên mayî yên Cihû di nav pênc salan de bîne Îsraîlê.

Li gorî biryara roja Yekşemê, li gorî texmînan 3,000 kes dê bikaribin biçin Îsraîlê. Di nav wan de dayîk û bab, zarok û xwîşk û birayên ku xizmên wan li Îsraêl ne, û her wiha hêtim û sêwiyên ku dayîk û babên wan li Îsraîlê mirine.

"Îro em neheqîyeke demdirêj rast dikin," Pnina Tamano Shata, wezîra koçberiyê ya welatî û ku bi xwe jî koçberek ji Etopyayî ye, got.

Wê got ku bername bersivek bû bo kesên ku "gelek salan li bendê bûne ku digel malbatên xwe bihên Îsraîlê" û bo çareserkirina wê "pirsa bi êş û giran."

Kasaw Shiferaw, serokê grûba Çalakvanên bo Koçberiya Cihûyên Etopyayê, pêşwazî li biryara Yekşemê kir lê got ku hêşta jî rêyek dûr û dirêj li pêşiya me heye.

XS
SM
MD
LG