Hikûmeta Îranê roja Pêncşemê cara yekê xwepêşandarekî bi navê Mûhsîn Şekarî sêdare kiribû.
Hikûmetê îdia kiribû ku Şekarî kolanek ji trafîkê re girtîye û nobdarekî paramîlîter yê ser bi dewletê birîndar kiriye.
Dadwerîya Îranê bi îdiaya dijmintîya xwedê cezayê mirinê li Şekarî yê 23 salî birîbû.
Berpirsê Navenda Hilbijartinê ya Partîya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKI) Selîm Zencîrî bawer dike ku rejîma Îranê bi vê kuştinkarîyê dixwqze dest bi qonaxeke nû bike.
"Komara Îslamî ya Îranê bi sêdarekirina Şekarî hem raya giştî ya Îranê hem jî civata navnetewî biceribîne ku bertekên xurt tên yan ne."
Zîncîrî hişyarî dide ku ger ji wê darvekirinê re dengekî bilind dernekeve, rejîm di rojên pêş de dikare pirtir xwepêşadaran îdam bike.
Zîncî herwiha dibêje ku xwepêşandanên girseyî giheştine astekê ku êdî gel bê destketinên berbiçav dawî li wan xwepêşandanan nayîne û venagere mala xwe.
Kerem kin hevpeyvîna bi Zîncîrî re guhdar bikin: