DIYARBEKIR, TIRKÎYE - Li Cotmeha 2014’an li Amedê dema ku di pevçûnan de şer derketibû, rojnamevanê wênegir Rojhat Dogru di navenda bûyerê da yê amade bû.
Ji xaleke nêzîk ya çalakiyê Dogru bi fîşekekê birîndar bû, ew bilez û bez rakirin nexweşxanê û ji wê derê dema ku dihat dermankirin, dîmen li televizyona Gelî Kurdistan TV li Iraqê hatin weşandin.
Dogru, wê çavê jibo kenala herêmê ya Gelî Kurdistan ku li herêma Kurdistana Îraqê li bajarê Silêmaniyê weşanê dide kar dikir.
Jiber pexşkirina wê çalakiyê Dogu hat xelat kirin, lê heft sal piştî wê çalakiyê û wan pevçûnan, rojnamevan rûbirûyê cezayê hetahetayê yê girtinê ye.
Dadgeha Amed/Diyarbekirê, hefteya borî piştî ku Dogru bi îdiaya "Têkdana yekîtî û aramiya dewletê" hat tawanbarkirin, dadgehê cezayê giran da wî. Her wiha ji ber sûcê "hewldana kuştina bi zanebûn" 10 sal û 10 mehên zindankirinê ceza dan wî, û ji ber "propagandaya rêxistina terorê" salek û 3 meh ceza li wî hatin birî.
Vê darizandinê parêzvanên azadiya rojnamegeriyê matmayî hiştin.
Veysel Ok, hevserokê Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê ya Tirkiyê (MLSA), ji Dengê Amerîka re got, "Ev cezayê herî giran e ku min vê dawiyê dîtiye. Ne kuştin, ne bombekirin heye, lê ew tenê amadekirina nûçeyekê ye."
Pevçûnên dijwar
Rojhat Dogru, wek rojnamevanekê kurd, bûyerên li Diyarbekir û herêmê ji Geli Kurdistan TV re dişopandin, di nav wan de dîmenên li ser xwepêşandanên Kobanê, yên sala 2014an ko weke çalakiyên doza Kobanê tê binavkirin. Vê nûçeyê xelata Cemiyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat Tirkiyê wergirt.
Xwepêşandan wê salê dest pê kirin piştî ku grûpên alîgirên Kurdan îdia kirin ku Enqere naxwaze alîkariya Kurdan li Kobanê bike, ko bajarekî hevsinore û li aliyê Sûriyê ye, ku wê demê ji aliyê çekdarên Dewleta Îslamî DAIŞê ve hatbû dorpêçkirin.
Ji ber ku xwenîşandan tund bûn, di navbera alîgirên Partiya Doza Azad Hudaparê ku şaxek komeke çekdarên îslamî yên kurd yên tundrê ne, û alîgirên PKKê de, ku PKK ji aliyê Amerîka û Tirkiyê ve weke rêxistineke terorîst hatiye binavkirin, polîs di bûyerê de amade bûn.
Amarên fermî dibêjin jimara kuştiyên di wê bûyerê de 37 kesin, û îdianameyek giştî ya derbarê doza wê darizandinê de derketiye ku îdîa dike, di wan çalakiyan de bi sedan birîndar çêbûne, dibistan û avahiyên giştî zirar dîtine û zêdetirî 1,700 mal û kargeh hatine talankirin.
Hikûmeta Tirkiyê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) ya alîgirê Kurdan bi handana xwepêşandanan tawanbar dike û zêdetirî 100 kes, di nav wan de hevserokên berê yên HDPê Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag, ji ber xwepêşandanan hatin dadgehkirin û di zîndanê de ne., lê her tim rayedarên HDPê îdîa û sûcên ku Trikiye pal dide HDPê red dike.
Dogru di hevpeyvînekê de li ser şopandina xwe ya wê rojê, behsa rola girîng a rojnamevanan di belgekirina bûyerên bi vî rengî de kir.
Dogru di axiftina xwe de wiha got, "Min dîmenên kêliyên ku dema du kom li kolanan gulle berdidan hev, bi rengekî bêalî û objektîf dikişandin. Ev dîmen ji bo ku nîşan bide ku di destên herdu aliyên şer de çek hene, girîng bû." Çend rojan berî ku dadgeh biryara xwe bide belavok di malpera înternetê ya wezareta dad û karên civakî de (MLSA)yê de hat weşandin. Dogru herwiha got, "Tevî ku ez birîndar bûm jî, min kişandina dîmenan berdewam kir. Min kêliyên ku ez birîndar bûm jî bi kameraya xwe dîmen kişandin."
Dadghekirina Dogrû Û Raporta JPC
Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) roja 10ê Çile raporteke taybet derbarê dadghkirina rojnamevanê wênegir Rojhat Dogru di malpera xwe ya fermî de weşand, Komîte dide zanîn ku divê rayedarên Tirk rê liber îtîraza rojnamevan Rojhat Dogru negirin ku dixwaze li dadgeha temîzê gilî bike, û dets ji sizayên giran berde li dij rojnamevnan jiber karê wan yê rojnamegeriyê.
Li gor raportê, Resul Tamur parêzvanê rojnamevan Rojhat Dogru gotiye, ew dixwazin li dadgehê giliya sizayê hatî dan bikin.
Gulnoza Said, kordînatora Bernama saziya CPJ, beşa Ewrupa û Asiya Navîn li New York got, "Sizayê giran yê hetahetayê yê jibo Rojnamevan Rojhat Diogru hatî birîn, ciyê nerihetiyê ye heta li gor pîvanên sistema dadweriya Tirkî jî, ya ku gelek caran serederiya pirsên girêdayî terorê û sizayên giran li dij endamên rojnamegeriyê encam dide. " Gulnoza ji New York herwiha got, "Divê desthilata Tirkiyê sizayê li dij Dogru bicî neyîne û rê li îtîraza wî negire."
Hevjîna Rojhat Dogru
Nûçegihana Dengê Amerîka beşa Kurdî li Amed/Diyarbekirê, Xecîcan Farqîn piştî biryardana cezayê li dij rojnamevan Rojhat Dogru, hevdîtin li gel hevjîna Dogru pêkanî.
Hevjîna Rojhat, Sarya Dogru da zanîn ku piştî salek endamek Hudaparê li Rojhat gilî kirîye û îdia kiriye ku 'di destekî Rojhat Dogru de kamera di destê din de çek hebûye û ew jî di nav pevçunê de cî girtîye, Rojhat ew birîndar kirîye.'
Sarya li dijî van îdiayan derdiveke û dibêje, ''Rojhat jibo karê rojnamegerîyê jiyana xwe xist di xeteriyê de, kameramanek serkeftî ye, ev îdia ji bingeh de derew in.''
Hevjîna Rojhat da xuyakirin, ku ew dem kanala ku Rojhat tê de kar dikir ketîye nav kêmasîyek mezin jiber ku dîmenên belav kirin, dîmenên ku wêneyê Rojhat jî xuya dike belav kirine, ''Ew jî weke delîl li dijî wî hate bikaranîn.''
Rojhat jiber vê dozê 6 mehan girtî ma û dema li girtîgehê ji hevalê xwe yê li girtîgehê 500 lîre pere deyn kirîye. Piştî ku tahliye bûye jibo deynê xwe bide 500 lîre şandîye girtîgehê.
Sarya got, ''Lê ev pere jî weke delîlê alîkarîya diravî ya jibo rêxistina terorê hatîye destnîşankirin û 12 sal cezayê zindanê jiber pereyê deyn li wî birîn''.
Wê got, ''Di bûyerên Kobaniyê de medya Tirkîyê, daxuyanîyên fermî de her digotin alîgirên HDP bi çek bûn, êrîş kirin lê bi dîmenên Rojhat derket holê ku alîgirên Hudaparê jî bi çek bûne. Jiber ku rastiyek derrxistîye holê Rojhat tê cezakirin.'' Weke Sarya Dogru, hevjîna rojnamevan Rojhat Dogru dibêje.
Çavkanî: Raporta Dengê Amerîka beşa Tirkî/Dengê Amerîka beşa Kurdî/raporta CJP