Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Faysal Sariyildiz: Saada Derwîş jiber ku Kurd Bû Hate Kuştin


Shugaban Kasar Faransa Francois Hollande Ya Marabci Shugaba Muhammadu Buhari A Fadar Elysee Dake Birinin Faris. Satumba 14, 2015.
Shugaban Kasar Faransa Francois Hollande Ya Marabci Shugaba Muhammadu Buhari A Fadar Elysee Dake Birinin Faris. Satumba 14, 2015.
Kuştina jina Kurd Saada Derwîş ku dema dixwest ji Kurdistana Sûrîyê derbazî sînorê Tirkîyê bibe bi pirsnameyekê hate rojeva Parlamena Tirkîyê.

Saada Derwîş 28 salî bû û şeva 18ê Gulanê, dema ji sînorê derbazî Tirkîyê dibû, bi guleyên leşkerên Tirkîyê li pêş çavê 2 zarokên xwe hatibû kuştin.

Parlamentarê Şirnexê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Faysal Sariyildiz, roja Sêşemê bi pêşkeşkirina pirsnameyekê kuştina jina Kurd û zextên li ser sînorê Kurdistana Sûrîyê anî rojeva parlamenê.

Parlamentarê HDP’ê Sariyildiz ev kuştinkarî û pirsnameya ku pêşkeşî Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Efkan Ala kirîye ji Dengê Amerîka re nirxand.

"Em dizanin ku li sînorên din yên Sûrîyê di çûnûhatinê de bûyerên wiha naqewimin, lê jiber ku ev Kurd in rastî êrîşan tên û ew têne kuştin."

Sariyildiz bi berdewamî got, ‘Heger bêrêzîyeke wisa dubare bibe, em ê vê carê bertekên xwe tund nîşan bidin û berdêl çi dibe bila bibe emê herin wan sînoran rakin.’

Parlamentar Sariyildiz ev bûyer û hebûna sînoran wekî şermeke mezin jibo mirovatîyê nirxand.
XS
SM
MD
LG