Meclîsa Çêkirina Qanûnan ya Rêvebirîya Demkî roja Duşemê ku bajarê Amûdê civî û biryarên girîng stand.
Rêvebirî ku wek "Rêvebirîya Xweserîya Demokratîk a Demî" hatibû nav kirin, li ser sîstema rêvebirîyê, hevpeymanîya civakî û qanûnên hilbijartinê biryarên girîng da.
Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de Ciwan Mihemed, Berdevkê Rêvebirîya Xweserîya Demokratîk a Demî agahîyên girîng li ser biryarên meclîsê dide.
Birêz Mihemed dibêje, ev rêvebirîya Kurdan herwiha jibo Ereb, Suryanî, Ermenî, Çeçen û tevahîya herêmê ye.
"Rêvebirîya ku em li ser dixebitin bilî Kurdan jibo hemî gelên herêmê ye û jibo tevahîya Sûrîyê jî modeleke baş e."
Kerem kin bi hevpeyvîna jêrîn guhdarîya vê hevpeyvînê ligel birêz Mihemed bikin: