Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bernameya Taybet ya Ser Rewşa Zanîngehan li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê


Piştî ragihandina Xweserîya Demokratîk sala 2014'an û pêkanîna sîstema perwerdeya bi zimanê dayîkê li dibistanan, zanîngeha yekê ya ser asta Rojava li Efrînê sala 2015'an hatibû vekirin. Piştre jî, zanîngeha Rojava li herêma Cizîrê û zanîngeha Kobanî jî hatibûn vekirin.

Niha jî 3 zanîngehên girêdayî Xweserîya Demokratîk hene, ew jî zanîngehên Rojava, Kobanî û El-Şerq ya li Reqayê. Di van her sê zanîngehan de hejmarek fakulte, kolej û beş hene ku bi hezaran xwendekar tê de xwendina xwe ya bilind dibînin.

Li her sê zanîngehan sîstema hîndekarî û fêrbûnê çawa ye? Çi astengî û pirsgirêk di pêvajoya xwendinê de derdikevin û rêya çareserîya wan çi ne? Herwiha zanista ku xwendekarên van zanîngehan werdigirin çiqas dibe bersîva pêdivîyên civakê?

Ev pirs û yên din di bernameya Mijara Rojê tên gotûbêj kirin.

Mêvanê beşê yekê Ebdulkerîm Elûş, mamostê Zanîngehê û Cîgirê Hevseroktîya Zanîngeha Kobanî. Mêvanê beşê duduyê jî Dr. Ferîd Sadûn, akademîsyen û Mamosteyê Zanîngehê. Herwiha di bernameyê de çend xwendekarên zanîngehan jî nêrînên xwe parve dikin.

NR_Zaningehên_Rojava_11_25_2024_MR
please wait

No media source currently available

0:00 0:54:52 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG