Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirîya Xweser Daxuyanîya Hikûmeta Nû ya Swêdê Rexne Dike


Kurdên Swêdî di xwepêşandanekê de xwane dibin (Arşîv)
Kurdên Swêdî di xwepêşandanekê de xwane dibin (Arşîv)

Piştî ku Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson got ku ewê ji Kurdên Sûrîyê dûr bisekinin, Rêvebirîya Xweser nerazîbûna xwe li hember daxuyanîya wî nîşan da.

Desteya Têkilîyên Derve ya girêdayî Rêvebirîya Xweser bi daxuyanîyekê got ku dewleta Swêdê di dagirkerîya Tirkîyê ya dijî gelê herêmê de wê bibe hevkara Enqerê.

Loqman Ehmê
Loqman Ehmê

Berdevkê Rêvebirîya Xweser Lumqan Ehmê bertek ji helwesta nû ya Swêdê re nîşan da.

"Me hêvî nedikir ku Swêd jibo ku Tirkîyê razî bike ji helwesta xwe paşve vegere, nexasim dijî Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ku li dewsa cîhanê şerê terorê û DAIŞ'ê dike," Ehmê ji Dengê Amerîka re got.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Swêd yek ji welatên destpêkê ye ku piştgirî da Rêvebirîya Xweser û di Nîsana 2016’an de nûnertîya Rêvebirîya Xweser li Stokholmê hat vekirin.

ZO_11_08_2022_RX_Swêd
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:07 0:00
XS
SM
MD
LG