Piştî ku Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson got ku ewê ji Kurdên Sûrîyê dûr bisekinin, Rêvebirîya Xweser nerazîbûna xwe li hember daxuyanîya wî nîşan da.
Desteya Têkilîyên Derve ya girêdayî Rêvebirîya Xweser bi daxuyanîyekê got ku dewleta Swêdê di dagirkerîya Tirkîyê ya dijî gelê herêmê de wê bibe hevkara Enqerê.
Berdevkê Rêvebirîya Xweser Lumqan Ehmê bertek ji helwesta nû ya Swêdê re nîşan da.
"Me hêvî nedikir ku Swêd jibo ku Tirkîyê razî bike ji helwesta xwe paşve vegere, nexasim dijî Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ku li dewsa cîhanê şerê terorê û DAIŞ'ê dike," Ehmê ji Dengê Amerîka re got.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Swêd yek ji welatên destpêkê ye ku piştgirî da Rêvebirîya Xweser û di Nîsana 2016’an de nûnertîya Rêvebirîya Xweser li Stokholmê hat vekirin.